Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale 2018-08-20 13:55:12 STENBOL - Esnafên Tahtalake yên Stenbolê ku ji ber kirîza aborî li ber îflasê ne, cejn jî ji daxwaz û heviyên wan ne nebû bersîv. Gelek esnafan dikan girtin û li Tahtakaleyê bêdengî serdest e.    Krîza aborî bandora xwe li ser cejnê kurdanê jî kir. Ji ber krîza aborî esnafên ku malê xwe derxistin piyasê nikarin bifroşin û welatî nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo Cejna Qurbanê bikirin. Li bazar û sûkê buhayên alav û amûrên ji bo cejnê pir buha ne û welatî nikarin bikirin. Ji ber kirîza aborî Cejna Qurbanê jî ji esnafan re nebû hevî û bersîv. Hemû bendewarên esnafan beriya Cejna Qurbanê tev vala derket. Li Kolanên Tahtakale yên Emînonu ji niha de bêdengî serdeste. Gelek esnafan ji ber kar tune û malê wan nayê firotin deriyên dikanên xwe girtin. Esnafên dikanên xwe vekirine jî, diyar kirin ku ji ber buhabûnê welatî tiştekî ji wan nakirin.    ‘JI SEDÎ 50 ZEM BÛ'    Esnaf Aga Kazim ku amûrên ceyranê difiroşe, diyar kir ku piştî dolar li hemberî TL zêde bû, berhemên ceyranê ji sedî 50 zem bû. Ji ber alav û amûr buha bû êdî welatî nikarin pêdiviyên xwe bistînin. Vê yekê hem bandora xwe li ser esnafan kir û hem jî bandora xwe li ser muşteriyan kir. Êdî esnaf nikare mal bistîne û muşterî nikarin pêdiviyên xwe bikirin. Kirîn û firotin rawestiya.    ‘ESNAF DERIYÊ DIKANAN DIGIRIN'    Kazim, anî ziman ku ji ber kar tune, kirîn û firotin nayê kirin gelek esnafan deriyê dikanên xwe girtin û wiha got: "Esnaf diyar dikin ku ji ber kar tune û malê wan nayê firotin deriyê dikanên xwe girtin. Ji sala 2000’an heta niha li vir esnaf im. Berê jî kirîzek hebû. Lê ne bi xezeba vê kirîzê bû. Niha betalî zêde bûye. Niha sal 2018’e û kar tev rawestiya ye. Piştî dolar zêde bûn kar bi temamî rawestiya."    Esnafekî ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku hemû esnaf malê xwe bi dolar dikirin û ji ber vê yekê zerar dikin û malê ku berê hezar tl dikirîn, niha bi 7 hezar tl ye. Ne em dikarin bikirin û ne jî muşterî dikarin bikirin."