Esnafê Emînonuyê: Herkes perîşan bûye 2018-08-23 09:15:15       STENBOL - Esnafên Emînonuyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî her tişt hatiye zemkirin û di cejnê de jî karê wan nebûye. Gokhan Delîkayayê ku 20 sal in li Emînonuyê esnaftiyê dike got: "Li Mahmûtpaşayê her kes perîşan bûye. Kî bibêje karê min baş e derewan dike."    Krîza aborî ya Tirkiyeyê tesîreke zêde li esnafan kir û ji ber vê di cejnê de jî tu kar nekirine. Li emînonuya Stenbolê li Çarşiya Mahmûtpaşa û Tahtakalaeyê hin esnafan dikanên xwe girtin. Her wiha li çarşiya Misir û Çarşiya Binerdê mişterî ji zemkirinê ne razî ne.    ‘ÊVARA CEJNÊ ME DERABEYÊN XWE DANÎN'    Esnaf Yalçin Narman bilêv kir ku krîza aborî tesîr li hemû esnafan kiriye û got: "Ev der bazara erzaniyê ye. Mirov ji ber ku fiyet erzan in tên vira. Lê niha fiyet ji sedî 50'î biha bûne. Dema fiyet biha bin kes nayê. Ji ber ku em jî biha dikirin nikarin bifiroşin. Ne kirîger hene ne jî firoşkar." Narman, destnîşan kir ku ji ber kar tune bû hin esnafan êvara cejnê dikanên xwe girtin û got: "Êdî esnaf dikanên xwe venakin. Esnafên biçûk bi temamî qediyan."    ‘NE JI TURÎSTÊN EREB BE...'    Narman, diyar kir ku li cihekî wekî Emînonuyê jî eger wiha be nexwe rewş qet nebaş e û got: "berê ev der ne wisa bû. Rûyê me dikeniya. Em kêfxweş bûn. Berê êvara cejnê ev der tije dibûn. Di cejnê de ev der vala nediman. Esnafan karekî baş dikir. Kesên dikirîn jî û kesên difirotin jî razî bûn. Çimkî fiyet erzan bûn. Lê niha mişterî tune ne." Narman, destnîşan kir ku niha tenê turîstên ereb alvêrê dikin û got: "Eger ne ji ereban be, kar tune ye. Çimkî perê welatiyên vira tune ye. Meaşê kêmtirîn hezar û 600 lîre ye. Loma mirov nikarin tiştekî bikirin."    Esnaf Hakan Yalçinkaya jî diyar kir ku eşyayê ku berê wan bi 7 lîreyî dikirî niha bi 20 lîreyî dikirin û ev yek zêde tesîrê li mirovan dike. Yalçinkaya, diyar kir ku kes ji halê xwe ne memnûn e û got: "Berê êvarî dema me li vira eşya difirotin, em heta saet 10'ê êvarî diman. Yanî ji ber zêdebûna mişteriyan em nediçûn. Lê niha saet dibe 5'ê êvarî li çarşiyê kar diqede. Di vê cejnê de tu qezenca me çênebû. Êdî em bi hesreta pereyê şorbeyekê ne."    ‘KÎ BÊJE EM KAR DIKIN DEREWAN DIKE'    Gokhan Delîkaya ku 20 sal in li Emînonuyê esnaftiyê dike got: "Berê êvara cejnê wek axê mirov li vira hebûn. Lê niha hemû esnaf girtî ne. Berê li vira dikan nedihatin girtin. Lê niha halê esnafan ev e." Delîkaya, diyar kir ku wî dengê xwe daye AKP'ê, lê belê ew ji rewşa aboriyê ay welat nerazî ye û got: "Li Mahmûtpaşayê her kes perîşan bûye. Kî bibêje karê min baş e derewan dike."