Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin 2018-08-25 09:01:50 MÊRSÎN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin.  Nûnêrên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, krîza aborî nirxandin. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, diyar kir ku sedema krîzê ne ji ber rageşiya bi DYA'yê re ye, sedema krîzê ji ber polîtîkayên hilberînê û xerckirina şerên li Rojhilata Navîn e.    'EM NE DI WÊ KETIYÊ DE NE'    Mûşlû bal kişand ser gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û got: "Dema dîtin krîz wan jî dihejîne, xwestin civak jî pişt bide wan û polîtîkayên şerî bi rê ve dibin, gotin 'Em di heman keştiyê de ne.' Dema em hatin îxrackirin em ne di heman keştiyê de bûn. Dema polîtîkayên destmiziyê li kedkarên perwredehiyê ferz dikirin em ne di heman keştiyê de bûn. Dema bi derdora sermayeyê re kar dikirin jî em ne di heman keştiyê de bûn. Lê dema krîz bi awayekî berbiçav rû da em ketin heman keştiyê? Qethiyen divê barê krîza aborî li ser pişta kedkaran neyê barkirin. Niha dibêjin dolarê xwe bikin TL. Îjar divê niha derdora sermayeyê li ber çavê civakê dolarên xwe bikin TL. Her wiha bila saziyên dewletê qayîşê bijdînin."    ‘DÊ KRÎZ BI HEV RE BÊ ÇARESERKIRIN'    Mûşlû ji bo çareserkirina krîzê hin pêşniyaz kirin û got: "Pêşî demildest divê dev ji rejîma yekzilamî bê berdan û krîterên demokratîkbûyînê bên xurtkirin. Divê hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê ji nû ve atmosfera aştiyê bê peydakirin. Ev yek hemû hem di warê siyasî hem jî di warê aborî de eger pêk bên dê civaka Tirkiyeyê bi awayekî hêzdar li hemberî vê krîzê bisekine. Wê çaxê dê krîz bê çareserkirin."    'DÊ KRÎZ BI NIYANEKE BI HEV RE ÇARESER BIBE'    Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Hizmetên Giştî ya Tirkiyayê (Genel-Îş) a Mêrsînê Kemal Goksoy jîd diyar kir ku, sedema sereke ya krîzê polîtîkayên şerî ne. Goksoy, bilêv kir ku ew ne di heman keştiyê de ne û navê "bêîstikrariyê" li krîzê kir. Goksoy got: "Eger krîz dewam bike, dê kargeh top bavêjin. Ji ber vê dê bi hezaran karker ji karê xwe bibin. Eger çareserkirina krîzê dixwazin, nexwe divê daxwazên hilberînerên civakê esas bigirin. Krîz li cihê ku yekîtî û bihevrebûn û aştî lê hebe dê bê çareserkirin. Dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin. An jê bi kesên ku dibêjin em di heman keştiyê de ne û di wê keştiyê de cih nagirin re çareser nabe. Yanî krîz bi jiyaneke hevpar dê bê çareserkirin. Heta em aştî û azadiya gelan pêk neynin dê krîz çareser nebe."    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Yûsûf Kaya jî, destnîşan kir ku divê pêvajyeke civakiyî bê destpêkirin û got: "Eger nêvengeke muzakereyê pêk bê, dê welat careke din rihet bibe. Her wiha em nikarin aboriyê têxin nav lepê kesekî tenê 6 mehan perwerdehiya aboriyê dîtiye. Ji bo vê jî aborî ancax bi akademîsyenên perwerdehiyê dikare çareser bibe."