Karkerên pêlavan: Em ê pev re bi ser kevin 2017-09-23 09:32:23 ÎZMÎR – Karkerên pêlavan ên tirkiyeyî û penaberên sûriyeyî ku li Sîteya Pêlavanan a Işikkentê dixebitin dest bi çalakiyê kirin. Karkeran got ku ew ê bi hev re bi ser kevin.  Piştî Edene, Dîlok, Konya û Stenbolê li Îzmîrê karkerên pêlavan jî ji bo sererastkirina şert û mercên kar û heqdestê dest bi çalakiyan kirin. Li Sîteya Pêlavanan a Işikkentê û atolyeyên hawirdora wê  5 hezar jê zarok 45 hezar karkerên pêlavan hene. Ji sedî 90`ê van karkeran bêsîgorte dixebitin. Li Sîteya Pêlavanan a Işikkentê karker bi heqdesteke kêm tên xebitandin û her wiha navenda karkerên zarok û nexwşînên kar e. Karkeran bi daxwaza sererastkirina şert û mercên kar û heqdestan û dawîlêanîna karkeriya zarokan dev ji kar berdan.    15 SAETAN DIXEBITIN    Karkerê pêlavan Ridvan Ertan diyar kir ku 15 sal e ew di vî karî de dixebite û şert mercên wan ne baş in. Ertan wiha behsa şert û mercên xebatê kir: “Em di nav madeyên kîmyewî, baliyê de dixebitin. Saetên xebata me zaf zêde ne. Serê sibehê em di 8`an de dest bi kar dikin  heta 11`ê êvarê. Car heye em heftê du sê rojan heta serê sibehê dixebitin. Yek ji rewşa ku em jê nerazî ne jî ev e. Hevalên me yên zewicandî zarokên xwe nabînin. Roja yekşemê tenê betlana me ye. Carinan em wê rojê jî dixebitin. Sîgortaya me tune ye. Dema em nexweş bikevin em ji berîka xwe didin. Mafê me yê teqawîdbûnê tune ye. Di warê heqdestê de jî pirsgirêkên  me hene. Kardêr vê yekê bi cih nayînin. Em heqê kirêya dikanên xwe didin. Em heqê rê didin. Heqê xwarinê em didin. Li gor modelê diviya ku buhayê perçe 11, 12, 13 lîre bûna, lê belê em wan modelan bi 4-5 lîreyî çê dikin. A rast divê Komeleya Pêlavanan bi kardêran re hevdîtin çêkirina û ev buha sererast bikiranan. Lê nakin. Piştî çalakiyê me pê  re hevdîtin çêkir, lê belê bersiva ku ji bo me hat dayîn ew bû ku komele di asta meqama seromomartiyê de ye. Yanî got ew ê bi tu awayî piştevaniyê nekin.”    ‘ME FÊM KIR KU EM Û SÛRIYEYIYAN ANCAX EM BI HEV RE DIKARIN BI SER KEVIN`    Ertan, diyar kir ku di sala 2014`an de li Îzmîrê karkerên pêlavan li hemberî xebitandina sûriyeyiyan çalakî li dar xistine û wiha got: “Dema sûriyeyî nû hatin me bîra hin tişta nedibû. Mexdûrên şer bûn. Dema hatin di bêrîka wan de pere tune bûn. Bi erzanî dirûtin. Ev yek bandorê li me jî kir. Wê çaxê me di vî warî de hin çalakî li dar xistin. Lê berê îro me fêm kir ku sebeba karê erzan ne sûriyeyî ne. Vê carê îjar em û sûriyeyiyan bûn yek. Em bi hevdu re tevdigerin. Me fêm kir ku dema em bi hev re bin em ê karibin ji derheqê hin tiştan derkevin. Taliya talî li vir em hemû karker in.”    ‘4 SAL E EM BI HEMAN BUHAYÎ PÊLAVAN DIDIRÛN`    Karkerê bi navê Osman Osman jî, diyar kir ku daxwaza wan û karkerên din heman daxwaz e  û ji bilî tevgerîna bi karkerên Tirkiyeyê tu alternatîfeke wan tune ye. Osman, got ku dema ew ewil hatibûn ji neçarî bi erzanî dixebitîn û wiha domand: “Daxwaza karkerên Tirkiyeyê çi be ya me jî ew e. Ji niha û pê ve em ê bi hev re tevbigerin. Em ê pev re bi ser kevin.”    Karkerê sûriyeyî Elî Silêman jî wiha got: “Dema hatim ji bo du odeyan kirêya min 250 lîre bû. Îro bûye 600 lîre. Lê ev 4 sal in ez bi heman heqdestê pêlavan didirûm. Her tişt zem xwar, lê heqê me na. Çimkî kardêr dibêje, `Em ê tiraş bikin, dê ya nû derkeve.` Em zaf meraq dikin dê ya nû ji kuderê bînin. Dema karkerên Tirkiyeyê û yên sûriyeyî bên gel hev dê hemû daxwazên me bên qebûlkirin.”    MA / Ahmet Kanbal