Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin 2018-09-09 09:17:46   ÎZMÎR – Li navçeya Bornova ya Îzmirê karkerên Sî yên li Sîteya Işikkentê bi perçeyan kar dikin, ji ber krîza dolaran rojên dijwar derbas dikin. Karkeren ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebitin, diyar kirin ku tayê dirûnê ji 8 tl bûye 14 tl û êdî nikarin dikanên xwe bixebitînin û neçar dimînin ku dikanan kîlît bikin.      Li Sîteya Işiktepe ya Bornovaya ÎZmirê nêzî 500 kargeriyên Sî (Saya) hene. Li van kargeriyan pêlav tên dirûn. Karkerên sî yên çermê pêlavan didirûn, di nava şert û mercên giran û erzan de kar dikin. Karkerên ku bê sîgorta dixebitin êdî nikarin heqê xwe bistînin. Xwediyên kargeriyan jî ji ber kriza dolaran êdî nikarin tayê dirûnê bistînin. Li gorî daneyên Komeleya Piştevani u Şêwirmendiya Karê Tekstîla Qurdereyan nezî 50 hezar karkerên sî di 811 avahiyên bi ritûbet de kar dikin. Nêzî 5 karker jî zarok in. Nêzî 45 hezar karkerên li vir kar dikin ji bê sîgorta kar dikin. Di nava şertên bê tenduristî de kar dikin. Ji ber ta ji 8 tl derket 14 tl êdî nikarin çerxa debarê bizîvirin.    Karkerê sî Fatîh Sakar ku 30 salin karê sî dike diyar kir ku ji ber krîza aborî nikare êdî debara malbatê bike. Sakar, anî ziman ku ji ber krîza heyî neçar dimîne ku zêde kar bike. Sakar, anî ziman ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebite. Sakar,  anî ziman ku bi erzanî dixebite û wiha got: "Kîraya dikana min 5 sal berê 90 TL  bû niha 300 TL ye. Ceyran zem bûye. Ez dê di demek nêzîk de dikanê klît bikim. Niha ta ji 8 tl derke 14 tl. Em mehekê kar ditkin û 3 mehan kar nakin.    Divê êdî karker tev bibin yek û bi hevre li ber xwe bidin. Divê hemû mirov ji bo keda xwe bibin yek u bi hevre tev bigerin.    Karkerê Sûriyeyî Zekeriya Kavuş ku 2 salin bê sigorta kar dike jî anî ziman ku 5 sal berê ji Helebê hat û hefteyê 300 TL rojê 14 saetan kar dike. Kavuş,  anî ziman ku bê sîgorta û di nava karê zor de dixebite.    MA / Ruken Demir- Nimet Ölmez