Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî 2018-09-10 09:05:18 AMED – Bihabûna dovîzê bandora xwe li ser kelûpelên kirtasiyeyê jî dike. Topa kaxizê A4 ku par 10 lîre bû îsal bihayê wê bûye 22 lîre.  Bihabûna kura dovîzê ya li Tirkiyeyê bandorek mezin li kelûpelên dibistanê ango kirtasiyeyê dike. Lêçûyîna xwendekarek par 200 lîre lê îsal ev lêçûyîn derketiye 365 lîreyî. Bi taybetî jî di kirîn û firotina kaxizan de bihabûnek zêde heye. Li gorî sala par kelûpelên kırtasiye û lêçûyîna xwendekarek bûye du qat.    DI BIHAYAN DE JI SEDÎ SED ZÊDEBÛN HEYE    Yek ji xwediyên kirtasiyeyên li Amedê Ahmet Guzelsoy diyar kir ku bihabûna dolar û Euro hemû piyasan serûbin kiriye û bandorek mezin li ser karê wan jî dike. Guzelsoy got gellek mişteriyên tên kırtasiye dema bihayê kelûpelan dibîhîzin paş de vedigerin û pênûsek bihayê wî par lîreyek bû îsal bûye 2 lîre. Guzelsoy her wiha got bihayê lênûskek 2 lîreyî derketiye 5 lîreyî. topa kaxizê A4 par bi 10 lîreyî bû lê îsal ew topa kaxiz bi 23 lîreyî dikirin.   ‘TOPA KAXIZ BIHA BÛYE’    Mehmet Ozel ê xwediyê kirtasiyek din jî anî ziman ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan dike û got: “Ji ber kaxiz ji derve tê, her ku dovîz biha dibe kaxiz jî difire. Herî zêde bihabûna kaxiz piyasayê xera dike. Par vê çaxê me topa kaxizê A4 bi 10 lîreyî dikirî, lê îsal ez bi 22-23 lîreyî dikirim. Di kelûpelên kirtasiyê de ji sedî 70 bihabûn çêbûye. Ji pênûsan bigire heta jêbir, lênûsk, çente û hemû cûre lazmatiyên dibistanê biha bûne.”    Mehtap Altin a li kirtasiyeyê dixebite jî got ji ber krîza aborî wekî her salê çûyîn û hatina ji bo kirtasiyeyan jî kêm e û malbat nikarin ji zarokên xwe re kelûpelan bikirin.    ‘LÊÇÛYÎNA XWENDEKARAN ZÊDE BÛYE’    Ferhat Demîr ê xwediyê kirtasiyeyê jî da zanîn ku lêçûyîna xwendekarên li dibistanên fermî û taybet li gorî par pirr zêde bûye û dibe bi xelaskirina stokan re zemên nû bên.    XWENDEKAR BI GAZIN IN    Xwendekara zanîngehê Şevîn Çelîk jî diyar kir ku ji ber zemkirina kelûpelan ew nikare pêdiviyên xwe bikire û pênûsek 4 meh berê dikirî lê îro nikare bikire.    MA / Esra Solîn Dal