Karkerê ji ban ket jiyana xwe ji dest da 2018-09-15 11:28:19   KOCAELÎ - Karker Metîn Yilmaz ê ji banê fabriqeyekê li Gebze ket xarê, jiyana xwe ji dest da.    Li Herêma Sanayî ya Organîzeya Xweşik a navçeya Gebze ya  Kolaeliyê, karker Metîn Yilmaz li ser banê fabrîqeyekê ket xarê û jiyana xwe ji dest da. Yilmaz ê ji bo temîrê hat fabriqeyê derket ser banê fabriqeyê. Yilmaz ê demekê xebitî dengeya xwe winda kir û ji ser ban ket xarê. Yilmaz bi giranî birîndar bû û welatiyên derdorê yên ew dîtin agahî dan ekîbên tenduristiyê.    Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Yilmez jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirin morgê. Li cihê bûyerê lêpirsîn hat destpê kirin.