Polîsan mudaxaleyî karkeran kir û 5 karker binçav kirin 2018-09-15 19:22:27   STENBOL - Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan û sendîsayên karkeran, bi armanca binçavkirina 600 karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê şermezar bikin, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Karker û sendikayên xwestin daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleyê de 5 karker binçav kirin.      Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Sendîkaya Înşaat Îş'ê û Dev Yapi Îş bi armanca binçavkirina 600 karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê şermezar bike û piştgiriyê bidin karkeran xwestin saet di 19.00'an de li Qada Khalkedon a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Nûnerên sendîkayan, ji bo li hevalên xwe yên hatin binçavkirin xwedî derkevin û helwesta rayedaran şermezar bikin bang li hemû karker û sendîkayan kirin ku bi hevre di nava piştevaniyê de bin û êvarî li qadê tev li daxuyaniya wan bibin. Girseya ku li Kadikoyê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û 5 karker binçavkirin.