Emînîş Ambalaj ji ber krîza aborî konkordato îlan kir 2018-09-26 11:21:43   STENBOL – Emînîş Ambalaj a ji sala 1970’an dest bi sektora hilberîna plastîk û metale kir ji KAP’ê re ragihand ku konkordato îlan kiriye.    Emînîş Ambalaj a ji sekgora zekîre bigire heta sektora kozmetîk ku li gellek qadan xizmetê dide bi boneya xwe ji îflasê rizgar bike konkordato îlan kir. Emînîş Ambalaj a ku plastîk û metalê hildiberîne ji Platforma Ronîkirina Raya Giştî (KAP) re ragihand ku ku konkordato îlan kiriye.    Emînîşê di daxuyaniya xwe de sedema îlankirina konkordato krîza aborî û bihabûna madeyan nîşan da. Emînîşê di daxuyaniyê de daxwazên xwe jî rêz kir.