Karkerên ber bi Enqerê ve meşiyan hatin binçavkirin 2018-09-30 20:59:13   ENQERE – Karkerên ji bo paşve vegerin karê xwe Kenan Gungordu, Boran Atici û Sînan Yerdelen ên ber bi Enqerê ve meşiyan li AŞTÎ hatin binçavkirin. Karker piştî kontrola GBT’ê hatin berdan.    Karkerê Şaredariya Zeytînbûrnû yê bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê ji kar hat avêtin Kenan Gungordu, karkerê Nexweşxaneya Kanûnî Sûltan Suleyman Sînan Yerdelen, karkerê bi heman hincetê ji Şaredariya Kadikoyê hat avêtin Boran Aticî û Berfîn Aslan a tayîna wê nayê kirin, ji bo di 01’ê Cotmehê de li ber Meclîsê bin, ber bi Enqerê ve ketibûn rê. Karker di ketina Enqerê de hatin binçavkirin. Piştî kontrola GBT’ê ya Gungordu û Yerdelen hatin berdan.