Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin 2018-10-01 16:40:17   STENBOL-Esnafên Beyoglu yên têkildarî zema Gaza Xwezayî û ceyranê de bi gazinçin, gotin ku “Telefona me pemayên deynan tije bûye. Ji bo me rojekê bê zem tuneye. Li şûna bi destên me girin, pehîna xwe li me didin.”   Ji ber krîza aborî, 3 mehan carekê zem tên kirin û fatûreyên zêde pişta serfkariyê şikandiye. Meha Cotmehê bi zema Gaza Xwezayî û zema ceyranê dest pê kir. BOTAŞ'ê û EPDK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku xaza xwezayî û ceyran di meha Cotmehê de zem bûye. Esnafên Beyoglu yên têkildarî zema Gaza Xwezayî û ceraynê bi gazinçin û li dijî zeman îsyan kirin.    ‘ZEM LI SER ZEMÊ TÊ’   Yek ji esnafên Beyoglu Ahmet Ertaş ê 36 salî, bertek nîşanî zemên ceranê da û wiha axivî: “Ji ber aboriyê gelek zoriyên me hene. Zem li sere zemê tê.  Ji ber zemên tên ez neçarim kesekê ji kar derbixim. Sala çûyî bi 10 kesan re me li vê derê dixebitin. Lê niha em 3 kes mane. Ez neçar mam ku wan ji kar derbixim. Rojekê me bê zem nemaye. Rewşa hemû kesan xerabe. Divê demildest pêşiya van zeman bê girtin. Ger ji bo hemû tiştan zemê bînin, dê  li vê derê dikandar nebînin.”   'EM HEZAR ÇARÎ PÎŞMANIN KU ME DENGÊ XWE DAN WAN'   Sezaî Bardaçî yê 41 salî jî, da zanîn ku êdî cihê gotinê nemaye û wiha bilêv kir: “Her ku diçe dolar zêdetir dibe. Ev sê mehin ji 180 TL kêmtir fatureyên me nayin. Her meh ceyranê zem dikin. Hemû tişt bi wan re fir didin. Em hezar çarî pîşmanin ku me dengên xwe dan wan. Her ku diçe rewşa Tirkiyeyê xerabtir dibe.”    'EV DU MEHIN NIKARIN FATÛREYÊN CEYRANÊ BIDIM’   Esnafê 31 salî Erdogan Turgut jî, da zanîn ku ev du mehin nikarin fatûreyên ceyranê bidin û wiha axivî: “Meha derbas bûyî fatûreye ceyrana dikana min 379 TL hat. Sibe ne du sibe dê fatûreya ceyranê ya vê mehê bê. Bi firotin çay û meleme hewl didim kirê û fatûreyên dikana xwe bidim. Berê turîst dihatin Taksîmê. Niha muşterî tuneye. Bi zanebûn turîst qedandin. Mirov naxwazin werin cihek evqas bi tirs. Tişta dibe bi me dibe. Ji xwe patronên mezin dizin. Gelo ev nebe dê çawan qezenc bikin. Lê bandora aborî li ser me dike, ne li ser wan.”    ‘EM TENÊ DIKANÊN XWE VEDIKIN Û DIGIRIN’   Dikandar Îhsan Taşdemîr (39) û Elîf Eybîl (38) jî, bertek nîşanî zeman dan û gotin: “Desthilatdar ev 16 salin welat bi rêve dibe. Dîsan jî tim gelî û gazincan dikin. Xwe weke mexdûr nîşan didin. Dibêjin zem tuneye. Sedama krîza aborî bi hêzên biyanî ve girê didin. Dûre ew bi xwe diçin aboriyê ji şîrketên Emerikayê re dihêlin. Bila dest ji van polîtîkayên dirû berdin. Desthilatdare gelek bi ser esnaf û welatiyan de diçe. Ji kerema xwe re bila ji ser pişta me bên xarê û bi xwe rêya xwe bibînin. Divê ji destên me bigirin, ne ku pehîna xwe li me bidin.”   MA / Melîke Ceyhan