Enflasyon derket ji sedî 25'an 2018-10-03 11:18:23   ENQERE – Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya enflasyonê ya meha îlonê derket ji sedî 24,52'an.    Saziya Îstatîstîkan a Tirk (TUÎK'ê daneyên reqama enflasyonê ya meha ÎLonê aşkere kir. Li gori daneyên TUÎK'ê enflasyon di meha îlonê de gihişt ji sedî 25'an. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên meha îlonê Endeksa Buhayê Serfkar (TUFE) li gorî meha berê ji sedî 6,30, li gorî meha kanûna sala berê ij sedî 19,37, li gorî îlona sala berê jî ji sedî 24,52 zêde bû. Endeksa Buhayê Hilberîner a Nava Welat (Yİ-UFE) jî meha îlona 2018'an ji sedî 10.88, li gorî îlona sala par ji sedî 46.15 zêde bû. Di TUFE de li gorî sala par di qada ragihandin, çûn û hatinê de ji sedî 36.61, di malên xizmetên cuda de ji sedî 30.61, di malê zexîre û vexwarinên bê alkol de ji sedî 27.70 û di xaniyan de jî ji sedî 21.84 zem bû.