Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e 2018-10-21 09:09:50   STENBOL - Berdevkê Komîteya Krîzê ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku deynê Tirkiyeyê 456 milyar dolar e û divê di nav salekê de 330 milyar dolar bê dayîn û wiha got: "Rezervên Bankeya Navendî hemû ancax ji 3 paran parekî vî deynî dike. Yanî rewşa me ji ya Arjantînê jî xirabtir e."    Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak, daxuyand ku ji bo tevdîrên di warê teserûf û derametê de bi awayekî çalak pêk bên, dê şîrketa şêwirmendiyê ya DYA'yê McKinsey bibe şêwirmend Ofîsa Veguherandin û Guherandinê ya Maliyeya Cemaweriyê. Lê paşê Serokomar Erdogan daxuyand ku dê McKinsey nebe şêwirmend. Berdevkê Komîteya Krîzê ya Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, rewşa derket holê nirxand.    ‘McKÎNSEY NE ÇARE YE'    Ozturk, destnîşan kir ku li gorî daneyên komîteya wan deynê derve yê Tirkiyeyê 456 milyar û 900 milyon dolar e. Ozturk, diyar kir ku heta niha deyneke wisa nehatiye dîtin û ji bo ev deyn di wadeyeke dirêj bê dayîn, demidlest pêdivî bi krediyên nû heye û got: "Mînak, divê hûn krediyê ji saziyên krediyê yên DYA û YE'yê peyda bikin. Îjar ji bo nebêjin 'Em û ÎMF'ê li hev dikin', serî li rêyeke alternatîf dan û gotin 'Bi çavdêriya McKinseyê em ê vî karî li Tirkiyeyê bikin.'" Ozturk, diyar kir ku lê belê ev yek ne çare ye û got: "Temam dibe ku hûn ji bo xizmetê serî li şêwirmendiyê nedin, lê hûn ê deyn bikin. Hûn ê vî deynî ji kuderê peyda bikin, herhal Rûsya nade. Jixwe Çîn jî tiştekî wisa neke. Yanî McKînsey ne çare ye."   ‘HÊZA HILBERÎNÊ NEMA YE'    Ozturk, destnîşan kir ku Tirkiye bûye muhtacê saziyên deynan didin û got: "Çimkî hêzeke we ya ku em bi hilberînê van deynan bidin tune ye. Dema stendin, ji bo xeyrî menqûaln razandin. razandina ji bo xeyrî menqûlan tê wateya, ne razandina ji bo hilberînê. Ev tê wateya ku hûn ê kor û stewr bibin. Jixwe di nav 16 salan de em tan stewr bûn. Yanî em ji asta hilberîneke bi vî rengî dûr ketin. Her wiha teşebusên îktîsadî yên cemaweriyê yên serdemên din jî ji dest me çûn. Niha tenê di dest me de kartek nemaye. Yanî em nikarin bêjin em ê vî tiştî bikin û vî tiştî bidin. Her wiha Bankeya Navendî hemû rezervên xwe qedandin. Dibe hûn niha hevdîtinê bi McKînseyê re çênekin, lê taliyê hûn ê biçin ÎMF'ê."    BERDANA BRUNSON    Ozturk, diyar kir ku heweseke Tirkiyeyê ya ku li herêmê bibe hêzeke xurt an jî li hemberî kapîtalîzmê bisekine tune ye û got: "Jixwe avaniyek heye, ger di nav têkiliyên kapîtalîst de firsenda emperyaliyê bi dest bixe, dê heta dawiyê vê yekê bike. Me li Rojhilata Navîn mînakên vê yekê dîtin. Jixwe bêhûde ye ku mirov ji evana hêviya tiştekî ehlaqî û polîtîk bike. Eger karibin li hev bikin û heta astekê kredî bên dayîn, dê bi DYA'yê re bibin yek û vê yekê bikin. Bi ya min berdana Brunson nîşaneya pêkanîna vê têkiliyê ye."    Ozturk, diyar kir ku dolar tenê di dema Brunson de zêde nebû û got: "Wê piştî Brunson jî dolar zêde bibe. Çimkî deyn nehat dayîn. Tenê Brunson hat berdan. Deyn dewam dikin. Û nizanin dê çawa çareser bikin. Bi giştî 456 milyar û 900 milyon dolar deyn heye. Ji vî deynî divê di nav salekê de 330 milyar dolar bê dayîn. Rezervên Bankeya Navendî hemû ancax ji 3 paran parekî vî deynî dike. Belkî ev qasî neke jî. Yanî rewşa me ji ya Arjantînê jî xirabtir e. Çimkî deynê me ji ê wê bêtir e û di dest me de wekî heyînên salên beriya 2000'î jî tune ne. Yanî di bin banê dewletê de hin teşebusên îktîsadî tune ne. Sektorên me yên dêwasa ên ji bo hilberînê tune ne. Yanî di şertên heyî de çareserkirina vê pirsgirêkê zehmet e. Divê bê çareserkirin, lê dê bia wayekî pir xirab bibe pêgirtiyê DYA'yê. Wekî din tu rê tune ye."    MA / Servet Karaduman - Elif Çetiner