Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne 2018-10-27 09:18:56 DÎLOK – Karkerên Superpakê yên maf û keda wan tê warin ji bo mafê xwe biparêzin 240 rojin di çalakiyê de u 128 rojin di grevê de ne. Ji karkerên li Dîrolê li gel karkerên fabrîqeyên şîrketên Îzmir û Karamanê çalakiya xwe berdewam dikin, Mehmet Durmaz, diyar kir ku êdî ew ji bo parastina rûmeta xwe têdikoşin.    250 karkerên şîrketa Ambalajê ya Superpakê ku aydî şîrketa Mayr-MelnhofPackaging (MM) yên li Şaxên Îzmir, Karaman û Dîlokê ji ber ku li ser Peymana Tomarî (TİS) li hev nekirin dest bi grevê kirin. Nêzî 250 karkerên ku dest bi çalakiya grevê kirine 240 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. 128 rojin jî di grevê de ne. Karkerên ku endamên Sendîkaya Selulozê ya girêdayî Turk-Îşê ne, xwestin meaşê wan 480 TL zem bike. Lê li şûna meaşê wan zem bike, sparîşa karkeran kêm kir û daxwazên karkeran li ber zavan negirt. Meaşê wan sifir zem kir. Li ser vê yekê karkeran di 26'ê Çile de dest ji kar berdane û 128 rojin dest bi grevê kirine. Karkerên ku ji dawiya çile de di grevê dene, diyar dikin k heta mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji karkerên di çalakiyê de Mehmet Durmaz, diyar kir ku ew ji bo mafê xwe biparêzin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: "Piştî me li pêş fabrîqeyê hevdîtin kir heta niha tu encam ji hevdîtinan derneket. Me ewil xwest 480 TL zemê li meaşê me zêde bike. Lê piştre me ev yek daxist 300 TL yî. Li gel vê yekê dîsa meaşê me zem nekir. Karsazan xwest qet zem neke. Her çend me xwest em karê xwe berdewam bikin jî lê ji ber ku xwediyê fabrîqeyê di sifir zemê de îsrar kir û xwest em ji sendîkayan îstîfa bikin me jî dest bi çalakiyê kir. Dixwazin em ji sendîkayan îstifa bikin û bêyî ku mafê xwe bixwazin kar bikin. Dixwazin me perçe bikin. Ji ber vê yekê 15 hevalên me ji sendîkayê îstîfa kirin. Îro em li vir 18 karker çalakiya xwe berdewam dikin. Têkoşina me dest pê kiriye heta dawî em dê berdewam bikin. Xwediyê fabrîqeyê ewil dixwaze dawî li çalakiya Dîlokê bîne û piştre dawî li çalakiyên Karaman û Îzmirê bîne. Hem dixwazen sendîkayê ji holê rake û hem jî dixwaze me bê rêxistin bike ku em nikaribin li mafê xwe bigerin. Ger ku em dest ji sendîkayê berdin û em karê xwe berdewam bikin tu ewlehiya me ya kar nabîne. Dîsa em nikarin tu mafê xwe biparêzin. Em dizanin dê meaşê me jî qut bike. Em ji bo mafê xwe û rûmeta xwe dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin. Me niha dest ji meseleya zemê berdaye me ev kiriye karê rûmetê."