Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin 2018-10-29 15:53:04   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di salvegera KHK’ya hejmara 675’an a ku bi hezaran kedkar îxrac bûn û bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin de vê peyamê da: “Em ê çongê netewînin.”    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya salvegera Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di 29’ê Cotmeha 2016’an de hat weşandin û bû sedema bi hezaran kedkar îxrac bibin û bi dehan saziyên çapemeniyê bên girtin daxuyanî da û KHK’yan şermezar kir. Daxuyanî li ber Plaza AZC’ê ya li Semta Ofîsa Amedê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Musa Farisogullari, Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevserokê DBP’a Amedê Îbrahîm Çîçek, kedkarên hatin îxrackirin û endamên platformê beşdar bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Wê KHK biçin û em ê bimînin” hildan û dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.    Rêvebera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmet  Civakî (SES) a Amedê  Rozerîn Çatak daxuyanî xwend.    ‘WELAT BI KHK'YAN BIRÊVE BIRIN’    Çatak piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê îlankirina Rewla Awarte (OHAL) bi bîr xist û got: “Piştî OHAL’ê erkên mezin dan Erdogan û AKP’ê. Erdogan û AKP’ê heta dawî vê erkê bikar anîn. Serî li rêbazên antî demokratîk dan. Hiqûqê ji holê rakirin û welêt bi KHK’yan birêve birin. Îktîdarê xwest bi KHK’yan her kesî li gorî xwe dîzayn bike. Çapemeniya muxalîf bêdeng kirin. Komeleyan û saziyan girtin. Siyasetmedarên bi vîna gel hatin bijartin hatin girtin. Rûyê demokrasiyê ku şaredarî ne hemû hatin xespkirin. Armanca van pêkanînên antî demorkatîk ew bû ku muxalîfan bêdeng bikin û rejîma li gorî xwe ava bikin. Xwedîgiravê Komîsyona OHAL’ê hat avakirin. Lê vê komîsyonê mohra xwe li bin bêhiqûqiyê da.”    'EM Ê ÇONG NETEWÎNIN’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz a bi heman KHK’ê hat îxrackirin jî destnîşan kir ku kedkaran li dijî zext, înkar û tunekirinê li ber xew dan û wiha got: “Berxwedana kedkaran didome. Ez jî wek hevrêyên xwe beriya du salan bi vê KHK’ê hatim îxrackirin. 95 sal e înkar û tunekirin didome. Lê têkoşîn û berxwedana 95 salan a li dijî vê înkarê bi me re heye. Me tu demê li dijî vê înkar û tune hesibandinê çong netewand û em ê netewînin jî. Bi hezaran kedkar hatin îxrackirin û bi dehan sazî û dezgehên çapemeniyê jî di nav de hatin girtin. Qeyûman tayînkirin û vîna gel xesp kirin. Em ê li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe bidomînin û bilindtir bikin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.