Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû 2018-11-01 09:03:20 STENBOL – Karkerên, ji ber heqê wan nayê dayîn 37 roj in li ber înşeata lê dixebitîn çalakiyê li dar dixin. Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiyê bû.  Li Bostanciya Stenbolê, karkerên di înşeata ji aliyê şîrketa Înşeatê ya Koroglû Grupê ve dihat çêkirin de dixebitîn, ji ber hewê wan nayê dayîn ji 25'ê Îlonê ve dest bi çalakiyê çêkirin. 16 karkerên înşeatê, li ber înşeata lê dixebitîn dest bi çalakiyê kirin.    Karker Taner Mûtlû (26), anî ziman ku ji bo xebatê ew ji Mûşê hatiye. Mûtlû, diyar kir ku fîrmayê ji bo heqê wan çek û sened dane wan, lê belê beramberiya çek û senedan tune ye.    Mûtlû, anî ziman ku ji ber heqê wan nayê dayîn hin hevalên wan nikarin heqê kirêya xwe bidin û hin hevalên wan jî di konteyneran de dijîn. Mûtlû, diyar kir ku di nav wan de karkerên afgan jî hene û got: "Mirovên ji ber şer ji Afganîstanê hatine jî hene. 3 meh in meaşê wan jî nayê dayîn. Meaşê 3 mehan ên deh kesî 56 hezar e."   Mûtlû, diyar kir ku beriya ew dest bi çalakiyê bikin wan bi kardêr e hevdîtin çêkiriye û kardêr gotiye ew ê di nav hefteyekê de heqê wan bide wan, lê belê ji ber nedaye wan dest bi çalakiyê kiriye. Mûtlû got: "Heqê me nadin me. Ji ber vê em mexdûr bûne. 37 roj in em li ber xwe didin. Tevî hemû pêşniyarên me jî dîsa tiştek nehat kirin."    Mûtlû, diyar kir ku heta ew heqê xwe nestînin ew ê li ber xwe bidin.    Her wiha xwediyê fîrmaya taşeron jî ji ber heqê wî nehatiye dayîn tev li çalakiya karkeran bû.    Xwediyê fîrmaya taşeron a Şîrketa Anonîm a Mermer û Îneşatê ya Adiguzelê Şakîr Konî jî, anî ziman ku wan karê şîrketê bi 700 hezar lîreyî kiriye. Konî, destnîşan kir ku heqê wan jî nehatiye dayîn û got: "Ji ber me jî pereyê xwe nestend, me nikaribû heqê hevalên xwe yên karker bide. Heqê keda xwe nestendin. Me hevdîtin bi rayedarên fîrmayê re çêkir gotin !me top avêtiye. Biçin serî li edaletê bidin.' Em serî lie daletê didin lê dîsa jî tiştek çênabe. Dibêjin 'me top avêtiye.' Bi vî awayî dixwazin defterê bigirin. Em mexdûr in, nikarin nan bibin mala xwe. Me dev ji kar û barê xwe berdaye, em tevî hevalên xwe yên karker li vira doza heqê xwe dikin."