Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin! 2018-11-03 09:18:43 RIHA – Rojanemava Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku karkerên sûriyeyî yên bi heqedesteke kêm tên xebitandin, berê sermayeya biçûk navîn ji pişta wan dixwar, lê belê niha jî rasterast holdîng ji pişta wan dixwin. Her wiha Akdenîz, li hemberî vê rewşê sekna sendîkayên karkeran jî rexne kir.  Li gorî daneyên Hezîran 2018'an ên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberî li Tirkiyeyê 3 milyon û 570 hezar û 352 penaberên Sûriyeyî dijîn û ji evan penaberan milyon û 400 hezar jê jî bi heqdesteke erzan tên xebitandin.  Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) û Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê di serê sala 2018'an de bi navê "Ji bo krîza penaberên sûriyeyî bê sivikirin destekkirina saziyên netewî yên Tirkiyeyê" projeyek çêkirin. Armanca projeyê ew bû ku penaberan daxilî jiyana kar bike. Lê belê penaberên daxilî kar hatin kir, di jiyana wan de tu guherîn rû nedan.    Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku projeya navborî jî barê karkeran sivik nekiriye. Akdenîz, anî ziman ku penaberên ji ber şerê li Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, bi zanebûnî statu ji bo wan nayê dayîn û ji 3 milyon û nîv karkerên hatin, milyon û 400 jê di bi heqdesteke kêm tên xebitandin. Akdenîz, diyar kir ku li Tirkiyeyê sermayeya biçûk navîn bi salan ji pişta karkerên penaber xwar, bi milyonan pere li serweta xwe zêde kirin, lê belê niha jî rasterast holdîn bi heqedesteke erzan ji pişta wan dixwin.    ‘SENDÎKAYÊN KARKERAN RADIZÊN'    Akdenîz, destnîşan kir ku herî zêde Konfederasyona Senîdkayên Kardêran a Tirkiyeyê (TÎSK) destek daye vê projeyê û got: "Li Tirkiyeyê tim polîtîkayeke sermayeyê ya ji bo penaberan heye. Dewlet jî destek dide vê polîtîkayê. Çîna sermayeyê bi awayekî çalak tev digere, lê belê sendîkayên karkeran çi dikin? Ew jî radizên. Ji bo karkerên penaber tu projeyeke wan tune ye. Dema proje tune bin dê di pêş de di warê mafên karkeran de windayî rû bidin."