Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan 2018-11-05 14:31:30   STENBOL – Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) rapora meha cotmehê aşkere kir û ragihand ku herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest da ye.    Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) têkildarî cînayeta kar rapora meha cotmehê aşkere kir. Li gorî rapora ku ÎSÎG’ê parve kir di meha cotmehê de herî kêm 177 karker jiyana xwe ji dest da ye. Di 10 mehên salê de hezar û 640 karker dema li ser karbûne jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî raporê di meha çile de herî kêm 144 karker, di meha sibatê de 128 karker, di adarê de 130 karker, di nîsanê de 189 karker, di gulanê de 169 karker, di hezîranê de 151 karker, di tîrmehê de 201, di tebaxê de 184 karker û di îlonê de jî 167 karker jiyana xwe ji dest dane.