Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû 2018-11-09 13:25:39   ENQERE - Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê Gunay Kubîlay bal kişande ser bernameya 100 rojî ya AKP'ê û got: ''Desthilatdarî ev 5 hezar û 850 roj in xwîna gel dimije''. Kubîlay got krîz girantir dibe û domand: ''Gel di sindoqê de wê bersivê bide''.   Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Gunay Kubîlay li ser bernameya îcareyê ya 100 rojî ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist.    ''TI GAVEK DI BERJEWENDIYA GEL DE NEAVÊTIN'   Kubîlay got: ''AKP ne tenê ev 100 roj in ev 5.850 roj in kanên vî welatî dixwe. Di vî 100 rojî de çi bû, heke em pirseke wiha bikin bersiv wiha ye; krîzeke giran çêbû, kûra dowîzan zêde bû, destmiz kêm bûn, bêkarî û gendelî zêde bûn. Di vî 100 rojî de ti gavek ji bo berjewendiya gel nehatiya avêtin.'' Kubîlay diyar kir AKP di mijara çareseriya pirsa Kurd de ti gav neavêtiye û got di sendoqê de wê bersivê ji vîna gel bistînin.   'KRÎZ GIRAN DIBE'   Kubîlay anî ziman ku di vî 100 rojî de ya derketî holê ew e ku bi her biryarname û biryarnameya bi hikmê qanûnê nediyariya pergalê û krîza aborî girantir dibe.   Kubîlay got îro li gel ku 100 roj derbas bûye jî li Tirkiyê û Kurdistanê krîza ji hêla siyasî, aborî û hiqûqî giran dibe.   DI 100 ROJÎ DE ÇI BÛ   Kubîlay destnîşan kir ku di vî 100 rojî de rêjeya enflasyonê û faîzê zêde bûye, 560.000 kes bêkar maye, dahat û lêçûna bûdçeyê hev negire, deynê kamûyê zêde bûye, 359 karker di dema kar de mirin, mehmiza herî kêm, ketiye bi ya sala 2001'ê, 3.000 fîrmayan konkordato ragihandine.   'WÊ DERSEKÊ BIDIN AKP'Ê'   Kubîlay da zanîn ku ew ê di hilbijartina herêmî de bersivê bidin AKP'ê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: ''Bi ya me bersiva hewce ya li dijî vê qarneya AKP'ê ya li dijî gelan, gel wê di sindoqê de bidin. Em bawer dikin AKP a ku vîna sindoqê tehdît dike, bi vê qarneyê wê ji sindoqê dernekeve. Bi gelê xwe re em ê notaya hewce bidin xwediyê vê qarneyê.''