Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da 2018-11-23 16:34:44     ÎSPARTA - Meclîsa ÎSÎG'ê li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li Îspartaye karkerê înşaetê yê 27 salî Adem îşler ê bavê 3 zarokan ji qatê 6'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li Îspartayê karkerê înşaetê yê 27 salî Adem îşler ê bavê 3 zarokan ji qatê 6'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da. ÎSÎG'ê da zanîn ku dema Îşler diwarê înşaetê sewax dikir ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Adem Îşler ji navçeya Erdîşa Wanê bû.