Belavkirina komira ‘alîkariya civakî’ nahêle ew kar bikin 2018-11-28 09:36:58 DÎLOK – Esnafên Sîteya Komirvanên Dîlokê diyar kirin ku beriya hilbijartinê komira “alîkariya civakî” belaş tê belavkirin û ji ber vê yekê nikarin kar bikin.  Bi destpêka demsala zivistanê re komirfiroş ji ber karê wan nabe xemgîn in. Sedemê vê xemgîniyê jî ew e ku ji roja AKP bû hikumet û heta îro komirê belaş belav dikin. Li gorî îdiayan AKP di bin navê “alîkariya civakî” beriya hilbijartina herêmî komirê belaş li gel belav dike. Vê rewşê komirfiroşan aniye wê astê ku nikarin kar bikin.    Li gorî esnafên Sîteya Komirvanên Dîlokê heta niha li Dîlokê 250 ton komir hatiye belavkirin. Esnafan diyar kirin ku ev yek bandorek neyînî li ser karê wan dike.     ‘LI ŞÛNA KARÊ EM ZIRAR DIKIN’    Muslum Kose yê 25 sal e komirfiroşiyê dike anî ziman ku îsal hêviya wan ji firotina komir û karkirinê nemaye û got: “Gaza xwezayî li bajêr heye. Lê aliyên feqîr komirê dikirin. Îsal bendewariya me pêk nehat. Bi destpêka sezonê ve karê me nabe. Li gel nekarkirinê em komirê bi dolaran dikirin û bi pereyê tirk difiroşin. Ji ber vê yekê jî em kar nakin. Li şûna em li vir kar bikin, lê em zirarê dikin.”    ESNAF KARGEHÊN XWE DIGIRIN    Kose da zanîn ku ji ber AKP komirê di bin navê “alîkariya civakî” de li gel belav dike nikrin kar bikin û wiha got: “Ji ber vê yekê em kar nakin. Li sîteyê nêzî 400 esnaf hene. 30 kes neçar me kargeha xwe bigire. Îsal em tengezariya herî mezin dikişînin.”    ‘KRÎZA ABORÎ BANDORA NEYÎNÎ DIKE’    Esnafê bi navê Ergîn Keleş jî diyar kir ku ew tonek komira îthal bi hezar û 400 TL’yî dikirin û tonek komira herêmî jî bi 900 TL’yî dikirin û gel nikare komira îthal a bi qalîte bikire. Keleş da zanîn ku krîza aborî ya demên dawî bandorek neyînî li ser wan dike û ji roja dowîz biha bûne heta niha 70 hezar lîre zirar kiriye. Keleş got gel ji ber bihabûna komira îthal neçare komira herêmî bikire û ev yek jî dibe sedema qirêjiya hewayê.