Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin 2018-11-29 12:31:01   STENBOL – Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn piştî ku bi karsazê wê re li ser peymana TÎS’ê li hev nekirin dest bi grevê kirin.    Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn a li navçeya Avcilara Stenbolê bi xwediyê fabrîkayê re li ser Peymana Kar a Komî (TÎS) hevdîtin pêk anîn. Piştî li ser peymanê li hev nekirin biryara greve girtin. 83 karkerên jin ên duh dest bi grevê kirin pankarta “Li vê kargehê grev heye” li derî daliqandin.