'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’ 2018-11-29 15:55:22 STENBOL – Endamên Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3’yemîn, ji bo şermezarkirina 3 karkerên li Înşaeta Otoyol a Gebzeyê dibin blokên betonê de  man û jiyana  xwe ji dest dan hatin gelhev û gotin: “Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîrevûnane.”  Platforma Piştevaniya Karkerên Balagirgeha 3’yemîn, ji bo şermezarkirina 3 karkerên li Înşaeta Otoyolu ya Bakurê Marmarayê ya aîdê şirketên Cengîz, Lîmak û Kolîn ên navçeya Gebze ya Kocaeliyê dibin blokên betonê de man û jiyana xwe  ji dest hatin gelhev. Endamên Platformê li ber navenda Cengîz Holdîng a li Altunîzade kom bûn û pankarta “Emê li dijî cînayetên kar bêdeng nemînin û emê destûr nedin ser cînayetan bên girtin” vekirin.    Li ser navê Platformê Prof. Dr. Beyza Ustun kir û wiha axivî: “Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûna ne. Emê xwe bi rêxistin bikin û li dijî van mûameleyan derbikevin. Patron û nûnerên wan rojek zû ne yek dereng dê vê rastiyê bibînin. Emê vê kedxwariyê û çerxa cînayetan biguherînin. Ewê hesabê damleyek xwîna karkeran jî bidin.”