Ji ber şer bereketa erdan kêm bû 2018-11-30 09:17:33 DÎLOK – Cotkarên li sînor çandiniyê dikin diyar kirin ku ji ber çekên di dema operasyona Efrînê de hatin bikaranîn îsal berdariya wan kêm bûye. Endezyara Çandiniyê Bîrgul Yildirimê jî diyar kir ku bandora madeya kîmyewî ya di bombeyan de dibe ku bi salan dewam bike.  Bombeyên di operasyona li hemberî Efrînê de hatin bikaranîn bi awayekî neyînî tesîrê li erdên çandiniyê yên li herêma Kilîs, Islahiye û Hassayê dikin. Ji ber madeyên kîmyewî yên di bombeyan de berdariya erdan kêm bûye. Endezyara Çandiniyê Bîrgul Yildirim, anî ziman ku çek û bombeyên di oeprasyona li hemberî Efrînê de hatin bikaranîn bûne sedema kêmbûna berdariyê.    Yildirim, destnîşan kir ku di bombe û çekên hatine bikaranîn de madeya kîmyewî heye û got: "Ev madeyên kîmyewî tenê ne ji bo îsal dibe ku bi salan tesîrê li nebatan bikin. Heta dibe sedema ku nebat ji kokê ve bimirin. Çimkî şer tenê ne ji bo mirovan, ji bo hemû xwezayê zirar in. Loma divê ji bo madeyên kîmyewî lêkolînek bê kirin. Berdarî pir kêm bûye û ev jî dibe cihê talûkeyeke mezin. Wexta operasyon pêk hat, serdema şîn hatina nebatan bû. Em dikarin bibêjin, belkî erdên li wê herêmê bi salan jî neyên ajotin. Li deverên nêzî sînor texrîbat zêde ye, lê li deverên dûrî sînor texrîbat hindik e."    Yildirim, anî ziman ku divê zirara cotkaran bê dayîn û Wezareta Çandinî û Daristanê li herêmê lêkolînan bike û vê pirsgirêkê çareser bike.    Ji 610 TONÎ DAKET 70 TONΠ   Omer Çelebî ku zêdetirî 30 sal in li Taxa Altinuzumê ya Islahiyeyê cotkariyê dike, da zanîn ku nexweşîna li rezê wî peyda bûye, li tevahiya şaxan belav bûye. Çelebî, anî ziman ku ji bo vê wî derman bi kar anîne û got: "Par min 610 ton tirî rakir, lê îsal tenê 70 ton. Ji me re gotin nexweşîna li herêmê nexweşîna Mildiyoyê ye. Lê dermanên ji bo vê nexweşînê hene. Me bi kar anîn, lê dîsa jî bi kêr nehat."    Çelebî, destnîşan kir ku madeyên kîmyewî yên di oeprasyonê de hatin bikaranîn tenê zirar nedaye tirî daye hemû nebatan û niha wextê debra zeytûna ye, lê belê rewşa zeytûnan jî qet nebaş e. Çelebî got: "Tesîr li pembo, îsot, firingî, hinar û berên din jî kir. Çimkî gelek bombe hatin bikaranîn. Qewanên tanq û topên di operasyonê de li dora rez hatibûn komkirin. Wexta baran bariyaye madeyên kîmyewî yê ser wan qewanan daxilî axê bûne. Madeyên kîmyewî bi rêya ba û baranê li herêma me belav bûn. Ax nexweş ket. Ev di warê aborî de gelê herêmê rûxandiye. Tenê ne ez, rewşa hemû cotkarên li herêmê wiha ye."    ‘MADEYÊN KÎMYEWÎ DAXILÎ AXÊ BÛN'    Cotkar Yûnûs dûrdû, diyar kir ku 50 sal in ew cotkariyê dike û li gor par ji 8 paran parek tenê debr bi dest ketiye. Dûrdû, destnîşan kir ku îsal li herêmê tu cotkar qezenc nekiriye. Dûrdû, diyar kir ku di dema çinînê de baran bariyaye û maddeyên kîmyewî bi baranê re daxilî axê bûne û zirar dane berên wan. Dûrdû, diyar kir ku cara ewil e ew bi tiştekî wisa re rû bi rû dimînin.   MA / Muhammed Abdulkadir Esen