Ji bajarên kurdan hatine dêrandina çopa Îzmirê kom dikin 2017-09-25 09:39:58   ÎZMÎR - Karkerên ku li ser sergoyê Harmandali bermahiyan kom dikin, di nava şert û mercên pir xerab ên tenduristiyê de kar dikin. Karkerên çopê ji hev cuda dikin, nanê xwe ji çopê derdixin.      Bajarê Îzmirê ku di milê kozmopolit de pir pêş ketiye 4 mîlyon însan lê dijîn. Yek ji bajarê herî mezin ê Tirkiye Îzmir e. Li aliyekî mirov di nava jiyana herî luks de dijîn û xwarina herî buha û luks dixwin. Li aliyê din jî bi hezaran mirov di nava şert û mercên gelek xerab de dijîn. Li milê bajar ê nayê dîtin bi sedan mirov li ser sergoyê Semta Harmandali ya Navçeya Çîglî sergo ji nava hev derdixin. Li sergoyê ku rojê bi sedan ton gerama bajar lê tê rokirin karker hem sergo ji nava hev derdixin û hem jî nanê xwe ji nava sergo derdixin.    Sergoyê ku bi dehan kîlometre dûrî wî mirovan bêzar dike û naxwaze nêzî sergo bibe, li nava wî bi sedan karker dixebitin. Karkerên ku di nava bêhna genî de dixebitin, tenduristiya wan di bin gefên nexweşîyên giran de ye. Her rojê bi dehan kamyon diçin sergoyê bajar li wir ro dikin. Karkerên ku bi karê vebijartin û neqandinê dikin tenduristiya wan di nava talukeyên mezin de ye. Karkerên ku berhemên ji nava sergo derdixin li kamyonan bar dikin û tînin navenda veguherandina bermahiyan. Karkerên li ser kamyonan rêwîtiyê dikin ser û binê wan di nava gemarê de reş dibe. Li qada ku çop lê tê rokirin kişandina wêneyan qedexe ye. Li qada mezin a çopê bêyî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bi dehan karker çopê ji hev derdixin. Karker bermahiyên wekî plastîk, cam, kaxiz, ji nava sergo derixin û dîsa difiroşin.    Karker rojê bi 60 lîra di nava şertû mercên xerab de dixebitin. Piranî ji bajarên Riha, Amed, Mêrdîn û Sêwasê hatine li vir karê qirêj dikin.  Dîsa gelek karker penaberên Sûriye ne. Piranî penaberên Sûrî li ser vî sergoyê di şertên koletiyê de kar dikin. Gelek ji karkeran zarok û jin in. Ne jiyana wan a civakî heye û ne jî ewlehiya tenduristiya wan heye. Gelek karker bi şev di barakayên xerabe, kasayên kamyonan tî û birçî dijîn. Gelek ji wan nanê xwe ji nava çopê derdixin û neçarin jiyana herî xerab bijîn.    Karker Unal Yeşîl (28), her sibe karkeran li kamyonê bar dike û tîne qada sergo. Ji 12 salî heta 25 salî karkeran li kamyonê bar dike u dibe qada sergo. Yeşil, anî ziman ku hemû qirêjiya bajar ew dikişînin. Yeşîl, anî ziman ku tu ewlehiya wan a civakî tune ye û wiha got: "Tenê sîgorta me xwedê ye. Karê ku em dikin, ger şaredarî fabrîqeyan ava bikin dê bêtir paqij bê kirin. Em bi kamyonan diçin û tên. Em li ser van rêyan qeza derbas bikin em ji kîsê xwe diçin. Ger ku Sûriyeyî be qet ne xema tu kesî ye."    Ji karkerên di baraka de dijî Ferhat Tekin (33), jî anî ziman ku ew nanê xwe ji çopê derdixin û wiha got: "Em li vir bi hevre dişîn. Şert û mercê me yê kar pir giran û xerab e. Bêhna sergo mirovan gêş û nexweş dike. Ji ber ku wekî din çare û derfetên me tune em vî karî dikin. Em ji neçarî vî karî dikin. Ger ku em vî karî nekin em dê birçî bimînin. Em nanê xwe ji vî sergoyî derdixin. Hem karekî zor e û hem jî karekî pîs e."    Şêniyên Navçeya Çîglî jî ji ber bêhna negî û gefê li tenduristiya wan dixwe dixwaze demek berî demekê ev sergo ji vir bê rakirin. Şênî 11 salin serî li hemû rayedaran da ku sergo bê rakirin. lê hêj sergo nehatiye rakirin û her diçe sergo mezin dibe.    Bi biryara Dadgeha Îdarî ya Îzmirê biryara betalkirina Rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) da. Piştî vê biryarê 6 salin pêvajoya darazê didome.    MA / Ahmet Kanbal – Ruken Demir