Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin 2019-06-02 09:11:33   RIHA – Li Rihayê mexdûrên ji roja hatin binçavkirin bi awayekî dijwar hatin îşkenecekirin, destnîşan kirin ku tenê daxwazek wan heye, ew jî darizandina kesên îşkence li wan kirine.    Di 18'ê Gulanê de li Taxa Dêrto ya Xelfetiya RIhayê, piştî pevçûnekê polîs û leşkeran avêt ser çar taxên navçeya Xelfetî Û hewangê û zarok jî di nav de 51 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin, ji kêliya hatin binçavkirin heta di bin çavan de man bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin.    Ji kesên bi rojan hatin îşkencekirin 13 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Mexdûrên hatin berdan behsa îşkenceya li wan hat kirin kirin.    'HETA BIN LINGÊN MIN TEQANDIN LI MIN DAN'   Yek ji van mexdûran Ûgûr Yildirim e. Yildirim, anî ziman ku rja bûyerê saet di 4 û nîvê sibehê de avêtine ser mala wan û di avêtina ser malê de ew, bavê wî û xizmên wî hatine binçavkirin. Yildirim, anî ziman ku destê wan ji paş ve hatiye kelemçekirin û wan birine Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li wir bi pehînan û qundaxên çekan li wan xitine û heqaret li wan kriine. Yildirim, got: "Li qereqolê, leşkeran heta bin lingê min peqand li min dan û ez îşkence kirim. Piştî 5-6 saetan min birin nexweşxaneyê. Lingê min dirûtin. Lê belê bişîjkên li wir rapro endan min. Me birin TEMA Rihayê. Ji ber polîsên li wir pêl lingên min kirin dirûn vebû û lingên min dîsa peqiya."    Yildirim, diyar kir ku dîsa çavên wî hatine girêdan û kîsikek xistine serê wî û ji paş ve hatiye kelemçekirin. Yildirim, anî ziman ku jê pirsîne "têkiliay te bi rêxistinê re heye yan na" û hin wêne nîşanî wî dane. Yildirim, got ew ê giliyê kesên ew îşeknce kirine bikin.    DOKTOR İŞKENCEYİ UMURSAMADI    Emîn Zincîrkirina jî anî ziman ku piştî hatine binçavkirin û li wesayîtê hatine siwarkirin îşkence dest pê kiriye û li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê îşkence dewam kiriye. Zincîrkirin, diyar kir ku li qereqolê ji paş ve destên wî hatiye kelemçekirin, serdevkî ew dirêj kirine û hatiye derbkirin. Zincîrkirina, anî ziman ku berî wan bibin TEM'Ê pêşî birine nexweşxaneyê, lê belê bijîşk rapora ji bo derbkirinê nedaye wan û ew muayene nekirine.   ‘3 ROJAN LI SER HEV CERYAN DAN CANÊ MIN'    Zincîrkirina, behsa tiştên li TEM'ê hatin serê wî kir û got: "Min ji hucreyê derxistin û bi banteke reş çavê min girêdan. Paşê kîsikekî reş xistin serê min. Bi vî awayî min birin qata dudoyan. Li vira destê min ji paş ve girêdan û kincên min ji min kirin. Polîsekî destên min dikişand û pêl pişta min kir û tiştek bi organê min ve kir. Piştî kêliyekê ji nişka ve rehilîm. Wê kêliyê min fêm kir ku ceryanê didin canê min. Bi vî awayî 3 rojan li ser hev ez îşkence kirim. Her seans 30-40 dewam dikir. Paşê ji Baroya Rihayê parêzer hatin. Ji wê rojê ve îşekenceya fizîkî bi dawî bû lê belê ya derûnî heta edliyeyê jî dewam kir. Lêe z ê dev ji evan kesan bernedim, ez ê giliyê wan bikim."    Feyzî Zîncîrkirina jî ji ber îşekenceya lê hatiye kirin rewş bûye û guhekî nabihîse. Zıncirkırına, ani zıman ku wexta wan bırıne nexweşxane jı tırsa negotıye hatıne derbkırın.    Feyzûllah Gul jî diyar kir ku ji çaxa hat binçavkirin heta hatiye berdan hatiye îşekencekirin. Gul, diyar kir ku piştî çend saetan wan birine nexweşxaneyê û wexta çûye nexweşxaneyê kincên wî giş qetandîbûne, xwîn jê dihat, lê belê bêyî li benda bersiva bijîşk bê sekinandin wî ji odeyê derxistine.    Abdûllah Polat jî, anî ziman ku ber destê sibehê mala wî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin û paşê hatiye binaçvkirin. Polat, bilêv kir ku li Şaxa TEM'ê çavên wî hatine girêdan, kîsik xistine serê wî û got: "Min birin qata dudoyan. Li vira ez şilfî tazî kirim, paşê destê min ji paş ve girêdan û cilên min ên bin xistin devê min. Paşê cetyan dan canê min. He ceryan didan canê min hem jî xeber ji min re digotin. Bi vîa wayî 40 deqîqeyî hatim îşkencekirin. Tam 2-3 rojan bi vî awayî hatim îşkencekirin."    Mûhammed Saît Çîftçî ku li Şaxa TEM'ê bi rojan hat îşkencekirin, anî ziman ku her saniyeyê dihatin îşkence. Çîftçî, bilêv kir ku tişta hatiye kirn derî mirovahiyê ye lê çi dibe bila bibe ew ê ehsab bipirsin. Çîftçî, anî ziman ku ji bo îşkencekar bên darizandin çi ji destê wan bê ew ê bikin.    ‘ÎŞKENCEYA DERÛNÎ HETA EYWANA DADGEHÊ DOMAND'    Tacettîn Gul jî diyar kir ku piştî gel hay ji rewşa wan çêbûye vê carê ji dêvla îşkenceya fizîkî îşkenceya derûnî dest pê kiriye û ev îşkence heta eywana dadgehê dewam kiriye. Gul, anî ziman ku ew ê giliyê polîsên îşkence li wan kiriye bikin û dev ji vê dozê bernedin.    'XWESTIN BI PAŞ PANZÊRÊ VE GIRÊBIDIN Û BIKIŞÎNIN'    Mûstafa Yildirim, anî ziman ku wexta hatiye binçavkirin polîsan xwestiye wî bi paş panzêrê ve girêbidin û bi erdê ve bikişînin û got: "Danê sibehê saet di 4'an de polîs û leşkeran avêt ser mala me. Wexta ketin hundur her kesî derb kirin. Lê min bi erdê ve kişandin û derxistin derve. Li hewşê ez derb kirim. Paşê hin polîsan min bir cem panzêrê. Bi lingên min girtin û bi panzêrê ve girêdan. Ji min re gotin 'Ji bo tu bibî îbret em ê te li nav gund bi erdê ve bikişînin.' Lê hin polîsan nehişt. Paşê me birin Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê. Li vira îşkence dewam kir. Piştî çend saetan şûnd eem birin Şaxa TEM'ê ya RIhayê. Li şaxê 3 rojan ceryan dan canê min. Piştî parêzerên Baroya Rihayê hatin îşkence bi dawî bû."    MA / Erdogan Alayumat