'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe' 2019-06-04 09:03:35   EDENE - Muteahît Mehmet Zakîr Boran, diyar kir ku li Edeneyê ji sedî 80 sektora înşeatê sekiniye û got: "Daîre vala ne, kes nakire, karker betal in, pere tune ye."    Yek ji sektorên zêde tesîr ji krîza aborî girtiye sektora înşeatê ye. Ji ber kûrên dowîzî, êdî kes nikare hesin û çîmentoyê bikire. Tona hesin bûye 3 hezar û 300 lîre û kîsê çîmento jî bûye 17 TL. Li Edeneyê 532 şîrket îflas kirine û ji evan şîrket ji sedi 30 ên înşeatê ne. Li Tirkiyeyê 117, li Edeneyê jî 7 şîrketên mezin ên înşeatê konkordato îlan kirin. Lê belê daîreyên di dest de mane jî nayên firotin. Muteahît Mehmet Zekî Boran, bilêv kir ku sektora wan ji sala 2013'an ve berteng bûye. Boran, anî ziman ku maliyeta daîreyeke 3 odeyî 150 hezar lîre ye, lê tevî faîzên bankayê dibe 400 hezar lîre.    ‘SEKTORA ÎNŞEATÊ SEKINIYE'    Boran, got: "Muteahît nikarin daîreyên xwe bifiroşin. Muteahîtên dest bi karên nû dikin jî nikarin karên xwe temam bikin. Karker heqê keda xwe nastîne. Daîre vala ne, karker betal in. Aha, rewşa sektora me jî wiha ye." Boran, destnîşan kir ku rewşa hemû sektoran bi vî rengî ye. Boran, diyar kir ku ji ber bankeyên taybet krediyê nadin muteahîdan, niha ji sedî 80 sektora înşeatê sekiniye û ên dewam dikin jî bi sermayeya di dest xwe de dikin lê belê ew jî nikarin karê xwe temam bikin.    ‘AŞTÎ Û HIQÛQ'    Boran, destnîşan kir ku niha kes avahiyan nakire û ev yek jî ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmetê ye. Boran, got: "Ji bo bia wayekî giştî rewşa piyaseyê baş bibe divê hilberîneke navnetewiyî hebe. Her wiha divê li welat aştî û hiqûq hebe. Divê rêjeyên faîzan bên kêmkirin. Divê rê li ber veberhênanên biyanî b vekirin. Tenê ne sektor aînşeatê, hemû sektor bi hev ve girêdayî ne."    MA / Hamdullah Kesen