Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin 2019-06-05 09:11:49   AMED - Wê Meclîsa ÎSÎG'ê di di nêz de li Amedê bê avakirin. Mahfûz Karaaslan ku dê di meclîsê de cih bigire, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê karkeran tune ye û bûyerên cinayetên karî tenê bi pirsgirêka çîna karkeran nayê ravekirin.    Wê li Amedê ji aliyê rêxistinên ked û pîşeyî, parêzer û rêxistinên civaka sivîl Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) bê avakirin. Wê meclîs di nêz de bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe ragihîne. Mahfûz Karaaslan ku di nav xebatên damezrandina meclîsê de cih digire, bal kişand ser mijara tenduristiya karkeran û ewlehiya kar û der barê armanc, hedef û xebatên wê de agahî parve kirin. Karaaslan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cinayetên karî pir in û her sal ji ber şert û emrcên nebaş ên karê bi sedan karker jiyana xwe ji dest didin û li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê karkeran tune ye.   ‘XEBATA BÊYÎ SENDÎKA MIRIN E'    Karaaslan, destnîşan kir ku 98 ji sedî karkerên dimirin ne endamên sendîkayê ne û xebata bêyî sendîka mirin e û got: "Karaaslan, got: "Tevdîrgirtina ji bo cinayetên karî, şertê pêşî yê xebateke baş û biewle beşdarbûyîna karkeran e. Karker, tenê bi sendîkayê dikarin vê yekê pêk bînin. Li welatê me karkerên dibin endamên sendîkayan ji kar tên avêtin. Sermaye, li cih kar sendîkayê naxwaze an jî sendîkaya li gor dilê xwe tîne. Her wiha dewlet pêşdetir diçe daxuyaniyên sendîkayan, civîn û grevên wan qedexe dike. Di vî warî de divê zext û zoriyên li ser cihê kar, desteyên ÎSÎG'ê, nûnertiyên xebatkaran û rêxistinbûyîna sendîkayî bi dawî bibin. Divê qedexebûna grevan bi dawî bibin."    'TENÊ NE PIRSGIRÊKA ÇÎNÎ YE'    Karaaslan, anî ziman ku cinayetên karî tenê ne pirsgirêka çînî ye û got: "Pêvajoyên pevçûnî yên li herêmê, nexasim tesîreke neyînî li kesên girêdayî xakê dijîn dikin. Aboriya gund ku xwe dispêre çandinî û sewalvaniyê, qedexekirina zozana û valakirina gundan li ber qedandinê ye. Gundiyên kurd ku bendeka di navbera wan û axê de hatiye dayîn ji mecbûrî koçî bajaran kirine. Gundiyên kurd ku koçî metrepolan bûn, bi polîtîkayên asîmlasiyon û bênasnametiyê re rû bi rû mane. Ev polîtîka tesîrê li ser karkeran jî dikin û nirxên wan bi êrîşan re û bi rû mane,  ji xwezayê û civakê dûr ketine û veguherîne kesên ku kapîtalîzm ew veguherandine makîneyê. Ji bo debara xwe bikin gelek caran mecbûr mane di şert û emrcên xirab de bêyî rêxistinbûyîn bixebitin û ji ber vê hema bêje her roj bi nexweşiyên pîşeyî û cinayetên karî dibin rojev. Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka çîna karkerî nayê ravekirin."    ‘ÇARESERÎ RÊXISTINBÛYÎN E'    Karaaslan, anî ziman ku pirsgirêka tenduristiya karkeran û ewlehiya kar, tim derî rojevê tê hiştin. Karaaslan, diyar kir ku tenê rêxistinbûyîn dikare vê pirsgirêkê hel bike û ji bo vê gelek mînak dan û bal kişand ser 16 karkerên ji ber sîlîkozîsê jiyana xwe ji dest dan: "Li Stenbolê 16 karkerên ji gundê Taşliçay ê Kanîreşa Çewligê ku di karên kincên kot de dixebitîn ji ber nexweşîna sîlîkozîsê jiyana xwe ji dest dan. Tenê bi pirsgirêka çînî ravekirina vê meseleyê, ravekirineke berteng e."    ‘QANÛN KARDÊRAN DIPARÊZE'    Karaaslan, anî ziman ku qanûnên heyî karkeran naparêze û got: "Qanûna jimare 6331 a tenduristiya kar û ewlehiya kar, qanûneke berfireh e lê belê berdewamiya kar li pêş tenduristiya karkera ye. Madeya ewil a vê qanûnê behsa tenduristiya kar û ewlehiya kar û erk û peywirên wê dike. Lê belê di pêkanînê de ji dêvla tenduristiya karkeran û ewlehiya karkeran pêk bîne, bi cezayan tev digere." Karaaslan,a nî ziman ku nexweşînên pîşeyî û cinayetên karî, kardêran bi cezayênq ismî diparêze û gelek caran jê jî karker û welatyên jiyana xwe ji dest didin jî tawanbar dike û got: "Tiştên li Somayê û Balafirgeha 3'yan qewimîn ji bo vê yekê mînakên berbiçav in."    MA / Lezgin Akdeniz