Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin 2019-06-08 09:07:55 EDENE – Cotkarên ji ber krîza aborî demek dijwar derbas dikin diyar kirin ku ji ber şiliya îsal rêjeya xêr û bera îsal ji sedî 50 daketiye û gotin: “Her kes ji bankayan re deyndar e. Em ji aliyekî ve deyn didin ji aliyekî ve deyndar dibin.”  Li Tirkiyeyê yek ji sektorên bandora krîza aborî lê tê kirin jî çandiniye. Cotkar dibin mexdûrê krîza aborî û nikarin pereyên karkeran bidin. Bi deyndarî hilberînê dikin. Cotkar Alî Tan rewşa cotkariyê wiha şîrove dike: “Mazot, gubre, derman biha ye. Her tişt biha ye. Lê dema em hilberînan bi erzanî difiroşin. Lîtreya mazotê bûye 6 lîre û 50 qirûş. Kîloyek gubre bûye 2 lîre û 10 qirûş. Gubreya herî biha jî 2 lîre û 20 qirûş e. Em nikarin van lazimiyê çandiniyê bikirin. Her tişt zem dibe. Her ketan ji sedî 50 zem bûye. Cotkar nikarin hilberînê bikin. Xwediyên eraziyan li şûna çandiniyê bikin neçar in eraziyên xwe bidin kirê. Bêyî ku zerar bikin pere qezenc dikin.”    ŞILIYÊ XÊR Û BERÊ KÊM KIR    Tan anî ziman ku ji ber şiliya îsal rêjeya xêr û berê ji sedî 50 daketiye û got: “Ji ber şertên hewayê zeviyên me kêm hilberîn dan. Genim daket nîvî nîvî. Zebeş û petêx daketiye nîvê. Şiliya dijwar hilberînê ango xêr û berê kêm kir. Yên niha qezenc dikin tucar in. Em bi deyndariyê hilberînê dikin. Her kes ji bankayan re deyndar e. Em ji aliyekî ve deyn didin ji aliyekî ve deyndar dibin.”   'EM NIKARIN PEREYÊ KARKERAN BIDIN’    Cotkar Cuma Kiliç jî da zanîn ku ketanê hilberînê gellek biha ye û îsal wî pembo çandiye û rewşa pembo qet ne baş e. Kiliç diyar kir ku rojane 70 lîre dide karkeran û ji bo her donimek erdê çandiye heke 700 kîlo hilberîn jê berhev bike dê wê çaxê ji zerarê rizgar bibe û wê demê dikare pereyê karkeran bide. Kiliç da zanîn ku dewlet destek pêwîst nade cotkaran û serê donima pembo hezar û 500 lîre ye. Kiliç got cotkar zerar dikin û nikarin pereyê karkeran bidin. Kiliç anî ziman ku ji ber şiliyê îsal rewşa çandiniyê nebaş e û ketine rewşek perîşan.    ‘HER KES DEYNDAR E’    Altan Toygun jî diyar kir ku bihayê ketanê gellek biha ye û got: “Her kes deyndar e. Yê qezenc dike tucar in. Yanî pereyên me nemane. Rewşa me kambax e.”