Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe 2019-06-13 09:09:13 WAN - Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye.    Li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe û ji ber vê li esnaf û welatiyan bêhêviyek peyda dibe. Esnafên li Wanê ji bo pêşerojê reşbîn in û welatî jî bawer nakin ku wê rewşa aboriyê baş bibe.    SERFETIHÊ JÎ NAKIN    Nevzat Hamzaoglû ku 20 sal in amûr û alavên spî difiroşe, diyar kir ku berê rewşa wan baş bûye lê belê ev du sal in êdî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Hamzaoglû, got: "Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê em nikarin debara malbata xwe jî bikin. Berê me cilşoyek bi 800 lîreyî dikirî, niha em hezar û 800 an jî 2 hezarî dikirin. Karê me li ser dolara ye. Îjar wexta em tiştekî difiroşin em nikarin şûna wî tije bikin. Kes hew cilşo û firaqşoyan dikire. Roj heye em serfetihê jî nakin û diçin mala xwe."    'SEDEMA KRÎZÊ ŞER E'    Hamzaoglû, destnîşan kir ku sedema krîzê şerê li hemberî gelê kurd e û got: "Eger êkiliya hikûmet-dewletê ya bi gel re baş bibe wê rewşa aboriyê jî baş be û wê krîz nemîne. Lê belê sedema vê yekê şer e. DYA dibêje eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400'an bikire ew ê ambargoya abiryî têxe dewrê. Ev jî wê bibe sedema hîn bêtir kûrbûyîna aborî."    Recep Tûnç ku 15 sal in karê telefonan dike, bilêv kir ku du sal in rewşa karê wan qet nebaş e. Tûnç, got: "Em telefonan bi dolaran dikirin. Lê ji ber dolar zêde dibe ne em dikarin telefonan bikirin ne jîb ifiroşin. Mirov tên tenê li wan dinerin û li fiyetê wan dipirsin. Her kes betal e. Fabrîkayek jî tune ye. Deriyên sînor jî girtî ne. Mirov nikarin bazirganiyê jî bikin. Ji ber vê pereyê mirovan jî tune ye û çerxa bazirganiyê jî nazîvire. her sal hilbijartin çêdibin. Bi bacên mirovan xebatên hilbijartinê dikin. Ev yek bandorê li gel û esnafan dike. Mişterî ji bo makîneyek şarjê bikire tê, li fiyetê wê dipirse wexta dibihîse bêyî bikire dertê. Mirov bi hêviyê dijîn, lê niha em nikarin behsa hêviyê bikin. Em nikarin xeyalan jî çêbikin. Em ji dewletê dixwazin deriyên sînoran veke. Daxwaziya me ya herî sereke aştî ye."    'ZILM Û ÎŞKENCE HEYE'   mehdî Gerçeklî ku karê qirtasiyeyê dike jî got: "10 sal in vî karî dikim. Lê cara ewil e dibînim ku krîzeke aborî ev qas tesîrê li mirovan dike. Du sal in rewşa karê me nebaş e. Ji bo hin tiştan em bihêvî ne lê belê pêk nayê. Ev jî ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye. Gelek sedemên nebaşbûna rewşa kar hene. Yek jê krîza aborî ye. Sedema vê krîzê jî polîtîkayên çewt ên hikûmetê ne. Di dema pêvajoya çareseriyê de mirov pirtûk dikirîn. Nexasim jî pirtûkên kurdî. Lê piştî pêvajo bi dawî bû êdî mirov pirtûkan jî nakirin. Ji ber zilm û îşkenceya dewletê ya li ser gel, mirov hew pirtûkên kurdî jî dikirin."