Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye 2019-06-13 09:09:36 AMED – Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî de axivî. Ji beşdaran 94.3 jê diyar kirine ku tesîr ji krîza aborî girtine, 63.3 ji sedî jî destnîşan kirine ku ferdên malbatê betal mane.    Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî, temaşekirina televîzyonê û bikaranîna medyaya civakiyî de hevdîtin pêk anî. Xebat di navbera 20-23'yê Gulanê de bi rêbaza anketa tesadufî hatiye kirin.    Di hevdîtinan de zayend, temen û derameta mehane ya malbatan esas hatiye girtin. Ji kesên tev li anketê bûne zêdetirî 50 ji sedî kesên perwedehiya wan a bilind bûye (37.7 jê lîse, 28.7 jê zanîngeh, 1.3 ji sedî jî lîsansa bilind). Ji beşdaran 33.3 jê ne tê de (13.1 ji sedî betal, 10.1 ji sedî kebanî, 10.1 ji sedî xwendekar) xebatkar in.    Li gorî encamên lêkolînê, 94.3 ji sedî yê beşdarvanan tesîr ji krîzê girtine û ji vê rêjeyê 74.5 ji sedî jî diyar kirine ku "min pir tesîr ji krîzê girtiye", 19.8 ji sedî jî gotine "min tesîr ji krîzê girtiye". 3.8 ji sedî diyar kirin ku qet tesîr ji krîzê negirtine û 1.9 ji sedî jî gotine krîza aborî tune ye.    Li gor lêkolînê, ji her temenî mirovan diyar kiriye ku "pir tesîr ji krîzê girtine." 90.7 ji sedî yê beşdarvanan bilêv kirine ku "hêza wan a kirînê kêm bûye", 1.7 ji sedî yê beşdarvana gotiye "zêde bûye", 7.6 jis edî yê beşdarvana gotiye qet neguheriye.    RÊJEYA BETALIYÊ 63 JI SEDΠ   63.3 ji sedî yê beşdarvanan ji bo pirsa "Di vê sala dawî de di malbata we de kesên bêkar mane hene?" bersiva "erê" dane. 56.6 ji sedî yê beşdarvanan destnîşan kirine ku sedema sereke ya krîzê ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê ne û 19 ji sedî jî gotine ji ber pirsgirêka kurd e.    KESÊN REWŞA WAN BAŞ NÛÇEYAN TEMAŞE NAKIN   13.5 ji sedî yê beşdarvanan diyar kirine ku televîzyonê temaşe nakin, 86.5 ji sedî yê beşdarvanan jî diyar kirine ku televîzyonê temaşe dikin. Kesên gotine "em televîzyonê temaşe nakin" rêjeya wan 28.6 ji sedî ye û derameta wan a mehane jî 5 hezar TL û zêdetirî wê ne. Kesên di nav vê komê de cih digirin, rojê nîv saet an jî saetekê TV'yê temaşe dikin, kesên derameta wan di navbera 500-1000 TL'yş de jî rêjeya wan 25 jis edî ye û rojê herî kêm 5 saetan TV'yê temaşe dikin.    Li gor lêkolînê 45.1 ji sedî yê beşdarvabab di televîzyonê de herî zêde li nûçeyan temaşe dikin û 14.3 ji sedî jî li rêzefîlman.    Koma ku rêzefîlman temaşe dike 19.8 jis edî temenê wan di navbera 18-24 salan de ye û ên nûçeyan temaşe dikin jî temenê wan di navbera 45-54 salan de ye û rêjeya vê komê jî 69.5 ji sedî ye.    Kesên derameta wan a mehane di navbera 3 hezar û 501 lîre û 5 hezaran de ye 53.3 ji sedî nûçeyan û kesên derameta wan a mehane 1501-2500 TL ye  21.1 ji sedî rêzefîlman temaşe dike. Ji beşdarvanan 31.6 ji sedî jê herî zêde li FOX TV'yê, 11.1 jis edî Medya Haberê, 9.3 ji sedî ATV'yê û 9.1 ji sedî jî Arti TV'yê temaşe dike.    WEŞAN NE BÊALÎ Û SERBIXWE NE    Ji beşdarvanan 75.1 ji sedî diyar kirine ku saziyên weşanê yên li Tirkiyeyê ne bêalî û serbixwe ne, 15.8 jis edî jî gotine serbixwe û bêalî ne. Ji beşdarvanan 94.1 ji sedî torên medyaya civakiyî bi kar tînin û 13 jis edî jî bi kar naynin. Kesên bi kar tînin jî 94.1 jis edî temenê wan di navbera 18-24 salan de ne. Kesên gotine "erê" 85.7 ji sedî derameta mehane ya malbatê 5 hezar TL û di ser wê re, ên gotine "na" jî 31.3 ji sedî derameta mehane ya malbatê 501-1000 TL ye. Ji beşdarvana 33.3 ji sedî Instagram, 19.4 ji sedî Twitter, 16.5 ji sedî Facebook, 4 ji sedî Youtube, 2.3 ji sedî Whatsapp bi kar tînin. Ji beşrdavanan 71.3 ji sedî temenê wan di nav 18-24 salan de rojê 3 saetan û zêdetirî wê medyaya civakiyî bi kar tînin. 46.6 ji sedî yê beşdarvana rojevê li ser medyaya civakiyî û 38.8 ji sedî jî ji televîzyonê dişopînin.