Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin 2019-06-25 09:21:39 MÊRSÎN – Serokê Sîteya Pîşesaziya Tirmilê ya Mêrsînê Îlhan Çokgun, diyar kir ku di şeş mehên ewil ên salê de nêzî 25 esnafên sîteyê top avêtine û got: "Per bi mirovan re nemaye. Ji ber krîzê mirov nikarin wesayîtên xwe jî tamîr bikin. Esnaf ketine heyra kelandina quşxaneya xwe ye êvarî."  Serokê Sîteya Pîşezasiyê ya Tirmilê ya Mêrsînê Îlhan Çokgun, diyar kir ku nêzî 500 esnafên sîteyê ji bo ji krîzê xelas bibin bi rojên zor û zehmet re rû bi rû dimînin. Çokgun, got: "500 esnafên sîteyê ketine etra ku zirar nekin û topnavêjin. Li vira nexasim di şeş mehên dawî gelek esnafan top avêt û mecbûr man dikanê xwe bigirin."    Çokgun, anî ziman ku barê bajêr li ser Pîşesaziya Tirmilê ye û herî zêde jî krîz tesîr lê kiriye. Çokgun, anî ziman ku ji ber zêdebûna dowîzan û dolar esnaf bi zorê li ser piya disekinin û got: "Eger hûn li nav pîşesaziyê bigerin û hûn ê bibînin. Esnafên me êdî ketine heyra ku ew ê êvarî çawa binî quşxaneyê germ bikin. Çimkî zêdebûna dolar bû sedema bihabûna perçeyên alavên wesayîtan."    ‘MIROV WESAYÎTÊN XWE JÎ TAMÎR NAKIN'    Çokgun, diyar kir ku berê li sîteya pîşesaziyê rewşa esnafan pir baş bû û li sîteyê qamyon û otomobîl cirid diavêtin. Çokgun, destnîşan kir ku lê belê di salên dawî de rewşa karê esnafan qet nebaş e û got: "Bi mirovan re pere nemane. Ma qey berê wisa bû? Berê mirovan heftê carekê ji bo tamîrkirinê wesayît û qamyonên xwe dianîn. Lê niha mirov dibêjin 'Eger arîzeyek di wesayîta min de çêbibe ez ê bibim cem tamîrvan.' Yanî dema hal û weziyet wiha be, esnafên me jî radikevin."    TOP AVÊTIN   Çokgun, destnîşan kir ku krîzê pêşî li esnafên biçûk xistiye û got: "Di şeş mehên ewil ên 2019'an de li sîteyê 20-25 esnafan top avêt. Niha tenê ne esnaf kes jî nikare pêşiya xwe bibîne. Dîmena heyî dîmeneke pir xirab e. Hêvîdar im esnafên din jî top neavêjin lê belê gelek jê jî li ber topavêtinê ne."    MA / Ergin Çaglar