Teqawîd: Em miriyên ku dijîne! 2019-07-01 09:19:33 WAN - Teqawîdên ku bi mûçeyên digirin nikarin debara xwe bikin ev tişt gotin: "Em teqawîd miriyên ku dijîne. Lewre teqawîd nikare bi mûçeyê teqawidiyê bijî. Dema em elektrîk, av û kirê hesab dikin ferq dikin ku em mirîne."  Li gorî daneyên meha Nîsanê yên 2018'an ên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), Li Tirkiyeyê 12 milyon 324 hezar û 186 teqawîd hene. Teqawîdên ku hejmara nêzî 13 hezaran dibe, rojên gelek zor û zehmet derbas dikin û bi zorê debara xwe dikin. Teqawîd vê pirsê dikin: "Di vê qeyranê de kî dikare bi 2 hezar TL'yî debara xwe bike?"   Abdûlrahman Akşak ku 21 sal berê ji TEKEL'ê teqawîd bûye diyar kir ku mûçeyê wî têra wî û malbata wî nake û wiha got: "Pêwîstiyên xwe û malbata xwe bi mûçeyê xwe yê teqawîdiyê dibersîvinim. Lê bi vî mûçeyî debara 6 kesan zehmet e. Ji ber vê yekê em jiyana xwe ji deynan didomînin. Qeyran niha li welat heye jî girêdayî geşedanên polîtîk e, em aramiyê dixwazin."   'EM TEQAWÎDÊN MIRÎ NE'   Recep Şeker teqawîdê Bag-Kûrê ye kesên ku debara xwe bi mûçeya teqawîdê dikin weke "teqaqîdê mirî" penase kir û ev tişt anî izman: "Gelo kî dikare bi 2 hezar TL'yî debara xwe bike? Dema li zeman bê mêzekirin dê bê dîtin ku mûçeyê teqawîdan çiqas hindik e. Em teqawîd miriyên ku dijîne. Lewre teqawîd nikare bi mûçeyê teqawidiyê bijî. Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê zem tê ser her tiştî. Li gel vê rewşê jî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû weke qet tiştekî tune be henekê xwe bi gel dike. Pergala hikumeta niha welat têk bir. Rastiya Tirkiyeyê li ber çavan e. Em teqawîd di rewşeke zor de ne."    'MÛÇEYÊ TEQAWÎDIYÊ TÊR NAKE'   Abdullah Çelîk ku ji Miduriyeta Xizmeta Gundan teqawîd bûye da zanîn ku her tişt biha bûye û ev tişt gotin: "Ez mehê 2 hezar û 500 TL digirim. Lê nikarim debara malbata xwe bikim. Ez cara yekemîn bi bihabûneke bi vî rengî re rû bi rû dimînim. Di mijarê de pirsgirêkên herkesî hene. Gelo kî dikare li gorî dilê xwe bijî an jî kî tiştê ku dixwaze dikare bibe mala xwe. Tu kar bibêjî kar jî tuneye. Em di rewşeke zor de ne."    'BER BI NEBAŞIYÊ VE DIÇE'   Adil Golgul (69) ku jî destnîşan kir ku her ku diçe rewşa teqawîdan ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha got: "Berê perê me têra me dikir. Lê niha her tişt zor bûye. Tu tişt weke berê nîne. Divê herkes rojek zûtir hişê xwe bide serê xwe. Ji bo ji holê rakirina van pirsgirêkan divê em piştevaniya hev bikin û hev bifikirin."