Ji bo 50 lirayî 14 saetan di bin Rojê de karê qazme dikin 2019-07-02 09:23:27   RIHA - Li Rihayê pileya germahiyê di ser 40'î re ye. Karkerên di vê germahiyê de li nava zeviyên pembû de karê qazme dikin, diyar dikin ku ew rojê 14 setan ji bo 50 lîreyî dixebitin û dibêjin: "Bi vî pereyî ancax dikarî kîloyek goşt bikirin."    Di demsala havînê de yek ji bajarê herî germ Riha ye. Karkerên demsalî, di vê germaahiyê de li nava zeviyên pembû karê qazme dikin gelek zor û zahmetî dijîn. Karkeran diyar kirin ku ew ji saet 05'ê sibehê heta saet 7'ê êvarî bi 50 lîreyî distînin.  Sara Kiliç ku tevî hevjînê xwe û sê zarokên xwe li nav erd dixebite, bilêv kir ku berê ew wek karkerên demsalî diçûn rojavayê Tirkiyeyê, lê 4 sal in ji ber av hatiye Pirsûsê li welatê xwe dixebitin. Kiliç, bilêv kir ku ew sibehê saet di 05.00'an de radibin heta saet 7'ê êvarî di nava zeviyên pembo de karê qazme dikin û got: "Li ber vê tavê em heta êvarî dixebitin. Wexta em diçin malê car heye em şîvê jî naxwin û radikevin. Êdî em bi hesreta şûştina kincên xwe ne. Jixwe em sibehê tên û êvarî diçin malê. Ji ber betlandinê em nikarin serê xwe jî bixwirînin. Ev qas eziyet ji bo 50 lîreyî ye. Em 3-4 mehan bi vî awayî dixebitin."    Kiliç, diyar kir ku ji bo zarokên wê jî heman eziyetê nekişînin wan dide xwendin lê kar bi destê yekî ji wn jî neketiye û ji mecbûrî ew jî tevî wê dixebitin.        Kurê Sarayê Îlhamî Kiliç, li zanîngehê beşa tenduristiyê kuta kiriye lê 3 sal in nayê tayînkirin. Kiliç, bilêv kir ku ji ber betl e ji mecbûrî tevî malbata xwe li nav erdn dixebite. Kiliç, destnîşan kir ku pereyê bi dest wan dikeve bi zorê têra xwarine wan dike û got: "Em ji sibehê heta êvarî li ber vê tavê dixebitin lê belê pereyê bi dest me dikeve ancax têra kîloyek goşt dike."