Li Bodrûmê îsal jî 'her sal xwezî bi par' e: Otêl vala ne 2019-07-02 09:28:23 MÛGLA – Li Bodrûmê ku navendeke sereke ya turîzmê ya Tirkiyeyê ye, her çend serdema turîzmê ji zûvde dest pê kiriye jî lê belê otêl vala ne.  Ji ber krîza aborî rewşa sektora turîzmê jî ne tu rewş e. Nexasim jî li Bodrûmê ku navendeke sereke ya turîzmê ya Tirkiyeyê ye di orta serdema turîzmê de hema bêje otêl vala ne.    JI 100 ODEYÎ TENÊ 20 JÊ TIJE NE    Otêlvan Tûran Man, bilêv kir ku li gor par 35 ji sedî hejmara turîstên ji derve û ji deverên cuda ên welat tên kêm bûye. Man, destnîşan kir ku Bodrûm devera herî sereke ya turîzmê ya Tirkiyeyê ye lê belê ji 100 odeyên otêlên pêncstêrkî tenê 20 jê tije ne û got: "Em her sal dibêjin xwezî bi par."    Man, destnîşan kir ku du sal in her diçe hejmara turîstan kêm dibe. Man, bilêv kir ku li gor par gelek otêl hejmara karkerên xwe jî kêm kiriye û got: "Li herêmê betalî zêde bûye. Hin otêl hene hîn deriyê xwe venekirine, hawiz vala ne. Ên vekirî jî hejmara kesên tên pir kêm in. Niha wextê herê çalak ê serdema turîzmê ye, lê belê 80 ji sedî yê odeyan vala ye Me got belkî ev ji ber hilbijartina Stenbolê be, lê belê ne wisa ye. Çimkî hatibû gotin di cejnê de 2 milyon mirov çûne Bodrûmê. Lê me ne li navenda Bodrûmê ne jî li cihwarê xwe ev qelebalixî dît."    ‘KARMENDÊN BERÊ DIÇÛN BETLANEYÊ NIHA NAÇIN'    Man, bal kişand ser rewşa turîstên xwecihî jî û got: "Berê karmendek bi rihetî dikaribû bi wesayîta xwe biçe betlaneyê, lê mixabin niha nikare biçe. Çimkî lîtreya benzînê bûye 6-7 lîre. Ji ber vê karmend nikarin biçin betlaneyê. Tu bikî nekî ev yek tesîrê li karê me jî dike."    Otêlvan Yilmaz Mansûroglû jî, destnîşan kir ku ev rewş ji ber polîtîkayên hikûmetê yên Sûriyeyê wiha bûye û got: "Niha serdema herî çalak a turîzmê ye, lê kes tune ye. Ji me Nîsanê ve me dest bi amadekariyên xwe kirin. Serdema me du meh in. Her sal hilbijatinek çêdibe. Û ev yek jî di destpêka serdema turîzmê de tê kirin."    '30 JI SEDÎ TURÎST KÊM BÛNE'    Mansûroglû, bilêv kir ku li gor par hejmara turîzman pir kêm bûye û got: "Di navbera miqdara ku par turîstan danî û ya niha de ferq 70 ji sedî ye. Mesela, par turîstekî di deh rojan de hezar lîre xerc dikir, lê îsal 400-500 lîreyî xerc dike. Ji ber krîzê du sal in her tişt biha bûye. Par fatûreya ceryanê hezar lîre dihat îsal hezar û 900 lîre tê. Heqê avê 300 lîre dihat îsal 600 lîre tê."    Mansûroglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qîmeta turîzmê nemaye.    MA / Esra Solin Dal