Berhevkirina mişmişên Îdirê dest pê kir 2019-07-03 09:18:08 ÎDIR – Berhevkirina mişmişên navdar ên Îdirê dest pê kir. Mişmişvanan bilêv kirin ku ji ber gubre, derman û mazot biha ye, heqê keda xwe dernaxin.    Berhevkirina mişmişên girs û navdar ên herêma Îdirê dest pê kirin. Ev mişmişên navbirî ku aîdî vê herêmê ne, wexta tên berhevkirin di vê di nav 3-4 rojan de bên xwarin, bi wesayîtên depoyên wan sar ji Azerbêcan, Îran û gelek bajarên Tirkiyeyê re tên şandin. Fiyetê wan di navbera 2-5 lîreyî de ye. HEr wiha çend roj berê Şaredariya Îdirê "Mihrîcana Mimişan a 2'yan" li dar xistibû.    Lê belê mimşişvan ji rewşa heyî ne razî ne û bal kişandin ser bihabûna fiyetên gubre, derman û mazotê û diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve.    JI BER BIHABÛNA GUBRE, DERMAN Û MAZOTÊ...   Dîndar Delen ku 20 sal in vî karî dike, bilêv kir ku kes pir qîmetê nade mişmişên Îdirê. Delen, anî ziman ku mimişên li Îdirê çêdibin li gor ên herêmê din baştir in û aramoaya wan biçêjtir in û got: "Lê mixabin kes qîmetê nade van mimişên xweş. Piştî tên berhevkirin divê di nav 3-4 rojan de bên xwarin. Her wiha ji ber zemên tên kirin cotkar ditengijin."    Delen, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, derman û mazotê heqê keda wan bi dest wan nakeve û got: "Em mimişan li nêv baxçe bi lîre an jî lîre û nîvê difiroşin. Lê belê ji ber bihabûna fiyetên gubre, derman, mazot û heqê karkeran em bi zorê mesrefa xwe derdixin. Ji ber vê em zorê hilberîniyê dikin. Divê dewlet demildest guh bide cotkaran û gavina bavêje."    Îsmet Înanç jî diyar kir ku mimişên Îdirê bitahm in lê belê ji ber baş nehatine bihîstin kes bi wan nizane û got: "Em li nêv baxçe tevî karkeran berhev dikin. Piştî digihên em di nav 15 rojan de berhev dikin. Ji ber pir di berxwe nadin divê demildest bên xwarin." Înanç, diyar kir ku zemên tên kirin tesîrê li wan dike û got: "Mixabin her roj tişt biha dibin. Ev yek zêde tesîrê li me dike. Niha yewmiyeya karkeran bûye 100 lîre, lê mazot, gubre û dermanê vî karî jî heye. Em bi zorê heqê mesrefên xwe derdixin. Loma divê dewlet ji bo vê gavina bavêje û destekê bide hilberîneran."