Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû 2019-07-21 09:31:07   DÎLOK – Firotina maşineyan piştî di 30'ê hezîranê de daxistina Baca Serfkirina Taybet (OTV) bi dawî kirin, firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû.    Maşîneyên ku mezinbûna motorên wan 1.6 litre ye, piştî daxistina Baca Serfkirina Taybet (OTV) di 30'ê hezîranê de bi dawî bû, firotina wan ji sedî 50 kêm bû. Esnafên ku maşîneyên motorên wan biçûk difiroşin (texsî û dublo) ji ber nikarin bacê kêm bikin û firotina wan kêm bûye rojên zahmed dijîn. Piştî daxistina bacê bi dawî bû, buhayê maşîneyan ji sedî 15 û 20 zêde bû. Midûrê bayîya firotina maşîneyan Asim Yeter, diyar kir ku dema OTV dadixistin maşîneyek bi 145 hezar tl dihat firotin, niha heman maşîne 175 hezar tl difiroşin. Midûra bayîyek din a mâşînayan Mehtap Şamat, jî diyar kir ku piştî di hezîranêde daxistina bacê kêm bû firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû. Heta nêviyê vê mehê tenê 2 maşîne firotine.    Şamat, diyar kir ku 10 salin maşîneyan dikire û difiroşe û wiha got: "2,5 salin dowîz kêm dibe û zêde dibe. Ji ber vê yekê maşîneyên di navbera 2017-2018'an de bi 72 hezar tl difirotin, niha bi 116 hezar tl difiroşin. Ji ber ku buha kêm dibe û zêde dibe, êdî muşterî baweriya xwe winda dikin. Li bazarên Dîlokê li gorî sala par ji sedî 50 kêm bû. Li tevahiya piyasên Tirkiye jî ji sedî 50 piyasa teng bûye. Beriya Hezîranê mehê 30-35 maşîne dihatin firotin.