Karkerên tekstîlê yên ji kar hatin avêtin banga piştevaniyê kirin 2019-07-24 09:13:23 EDENE - Karkerên tekstîlê yên ji Tekstîla Salîha a Edenê hatin derxistin, diyar kirin ku ji bo mafê wan bê dayîn ewê têbikoşin û banga piştevaniyê  li hemû kesan kirin.   Karkerên di Tekstîla Salîh a Edenê de dixebitin ên bêyî ku meaş û tazmînata qidemiyê bidin wan ji kar hatin avêtin, ji bo heqê wan bê dayîn dest bi kampanyeya îmzeyan kirin û daxwaza berdêla emekdariya xwe dikin. Karkerên ku ji bo bidin Walîtiya Edenê dest bi komkirina îmzeyan kirin, bang li hemû kesan kirin ku piştgiriyê bidin wan û xwedî têkoşîna wan derkevin.    ‘EM HEQÊ XWE DIXWAZIN’   Karker Atîlla Çevîk, berî salekê bi kontenjana astengdariyê li Takstîla Salîh dest bi xebatê kir. Çevîk, diyar kir ku nêzî 300 karker li Tekstîla Salîh dixebitin û wiha got: “Berî Cejna Remezanê 150 karker ji kar derxistin. Kardêr piştî 14’ê Tîrmehê jî, got  ‘ez nikarim karkeran bigirim’ karkerên din jî ji kar avêtin. Em di şertên zor de dixebitin. Meaşê me yê 45 rojan nedan me. Me meaşê asgerî digirt. Em meaş, tazmîneta qidem û mafê xwe dixwazin.”    ‘BERAMBERÎ KEDA ME NEDAN ME’    Îzzettin Oncel ê 4 salan bi meaşê asgarî di Tekstîla Salîh de xebitî jî, da zanîn ku destûra salane nedan wan û wiha axivî: “Dîsa pereyê zarok nedan me. Tekstîla Salîh ji bo fîrmaya Zara kar dike. Ji ber ku fîrma êdî kar nadiyê, hemû karker ji kar avêtin. Me beramberî keda xwe negirt. Ji ber vê me ji bo keda xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir. Niha ez di tekstîlek din de bi hezar û 500 TL’an dixebitim. Ez zewicîme û zarokên min hene. Em ji bo mafê xwe têdikoşin. Em dixwazin hemû kes xwedî têkoşîna me  derkevin û piştgiriyê bidin me.”   ‘EMÊ DOZ VEKIN’   Mûttalîp Çagmel jî, bal kişand ser derfetên xebatê yên giran û wiha bilêv kir: “Di serê sibê saet 08.00’an de dest bi xebatê dikin û heya saet 18.30’an em dixebitin. Tekstîla Salîh heqê me neda me. Em rastî heqaret û gefan dihatin. Ji ber ku fîrmaya Zara kar neda Tekstîl Salîh hat girtin. Ji ber vê hemû karker ji kar avêtin. Em dozê vekin. Heya dawiyê emê têbikoşin. Îmzeyên ku emê kom bibin, emê teslîmî Walîtiya Edenê bikin. Em bi  hevre bi hêzin. Emê bi hevre qezenc bikin.”    MA / Hamdûllah Kesen