Karkerên Hîlton-SA: Em dest ji doza xwe bernedin 2019-07-29 09:17:09     EDENE - Karkerên Hîlton-SA yên ji bo zêdekirina maeşên xwe ev 5 rojin di çalakiyê dene, gotin; “Emê dest ji vê doza xwe ya mafdar bernedin.”    Karkerên Hîlton-SA ji bo bi maeşê dibin asgarî de nexebatin, dest bi grevê kirin. Çalakiya karkeran 5 rojin li ber otelê berdewam dike. Karkerên dixwazin maeşê wan bê zêdekirin û mafê wan ê civakî bê sererast kirin, piştî hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) yên bi Otela Hilton-SA Edene û Sendikaya Karkerên Cihên Şahî û Otel Lokanta xitimîn, di 25’ê Tîrmehê de, li ber otelê dest bi grevê kirin.    Li Otelê bi miduran re 151 kes dixebitin. Di hilbijartina hat kirin de 100 karkeran biryara grevê dan. Karkeran li ser vê yekê dest bi çalakiyê kirin. Karkeran diyar kirin ku tu mebesta wan a ku kardêran bixwin zirarê tuneye û gotin: “Em tenê beramberî keda xwe dixwazin.”   MAEŞ DIHELIN   Karkeran, da zanîn ku kardêr xemsar nêzî çalakiya xwan dibin û wiha gotin: “Ligel hemû hewldanan jî, maeşê  me nehat zêdekirin û alîkariya civakî ji bo me nahat dayîn. Maeşê karkeran li hemberî enflasyonê her roja diçe bêtir dihele û nêzî 70 karkeran ji neçarî bi maeşê dibin asgarî de dixebitin. Divê ev bê sererastkirin.”   Karker dixwazin ku cudakariya maeşê ya dinavbera karkeran de bê rakirin û maeşê wan bê zêdekirin.    'EM MAFÊ XWE DIXWAZIN'   Karker Omer Ozdemîr, diyar kir ku ew 18 salin li otelê dixebite û wiha axivî: “Heya niha em rastî tu pirsgirêkan nehatin. Em tenê dixwazin maeşê me bê zêdekirin. Em mafê xwe dixwazin. Divê kardêr guh bidin daxwazên me.”   ‘EM DAXWAZIN BERSIVEKÊ BIDIN DAWAZÊN ME’    Can Borazanci jî, da zanîn ku 4 salin li otelê dixebite û wiha bilêv kir: “Em ked pir zêde didin. Ji ber ku em berdêla keda xwe nagirin, me dest bi çalakiyek wiha kir. Heya ku em mafê xwe bi dest bixwin emê çalakiya xwe dewam bikin. Divê bersiv bidin daxwazên me. Li şûna ku kardêr karkeran keyfxweş bike, bila gav bavêje. Em dixwazin gavekê bavêjin û em jî ji vê mexdûrbûnê rizgar bibin.”   MA / Hamdûllah Kesen