‘Betalî ciwanan dajo nava tiryakê' 2019-07-29 09:03:31   MÊRSÎN - Welatiyên betal her roj zêde dibin. Welatî ku vê yekê bi polîtîkayên hikumetê ve girê didin, xwestin desthilatdarî dest ji heskirina xwe ya meqam berde û ji bo berjewendiyên gel polîtîka bi rêve bibe. Welatî Servet Sever, diyar kir ku betalî ciwanan sewqî tiryakê dike.    Divana 205 welatina de, herî zêde li Tirkiyeyê bêkarî heye. Li gorî danayên Lijneya Îstatîstik a Tirkiyeyê (TUIK), di Nîsana 2018’an de mîlyonek û 202 kes bêkar man û di Nîsana 2019’an de ev hejmar derket 4 mîlyon û 202’an. Welatiyên ku ev rewş nirxandin, diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê li welat bêkarî her ku diçe zêdetir dibe.    ‘BERÎ 2 SALAN MEZÛN BÛM, LÊ EZ TAYÎN NEKIRIM’   Ciwanê 28 salî Azad Varli yê ji Şirnexê bi hêviya ku kar bibîne hat Mêrsînê û ligel hemû hewldanan jî kar net, diyar kir ku berî 2 salan ji beşa Civaknasiyê mezûn bû, lê tayîna wî nehat kirin. Varli, bal kişand ser bêkariya li welat mezin dibe û wiha axivî: “Sedema bêkariya mezin dibe, polîtîkayên hikumetê ye. Dibêjin bila nifusa ciwan zêde bibe. Lê ji bo ciwanan tu plan projeyên wan tuneye. Nifşê nû yê mîna min bêkar bîmenin ava dikin. Her ku diçe krîza aborî mezintir dibe. Ji bo ku ev ji holê rabe, divê girêdanbûna bi aboriyê re ji holê rakin. Min xwest bi zewicim, lê ji ber bêkariyê neçar mam ku hevaltiya xwe bi dawî bikim. Divê desthilatdarî dest ji heskirina xwe ya meqam berde û ji bo berjewendiyên gel polîtîkayan bi rêve bibe. A girîng ciwan û pêşeroje.”   'BÊKARÎ GIRÊDANBÛNA TIRYAKÊ ZÊDETIR DIKE’   Sevet Sever ê 21 salî jî, bal kişand ser bêkariyê û wiha axivî: “Ji ber bêkariyê, bi zorê ez debara xwe dikim. Bêkariya li Mêrsînê mirov dikare li Parka Ataturkê baş bibîne. Ez karê mehane jî nabînim. Bi penabertiya dest pê kir re, hêza karê erzan zêdetir bû. Bi vî awayê derfetên kar dîtinê ji bo me hîn zortir bû. Ez karê nanpêjiyê dikim. Kardêr dixizin ez bi maeşê kêm û bêsîrgorta gel wan bixebitim. Ez jî vê yekê qebûl nakim. Ji ber vê bê kar dimînim. Li gorî min bêkarî ciwanan ber bi tiryakê ve dibe.”   ‘HEMÛ KES SERÎ LI ÎŞKÛR’Ê DIDIN, LÊ BÊ FEYDEYE’   Ayvaz Yildiz a 40 salî jî, da zanîn ku piştî serî li ÎŞKÛR’ê da, bi awayekê dem demî hewl dide kar bike û wiha got: “Min karê paqijiyê dikir. Berî heftiyekê karê paqijiyê ya min dikir bi dawî bû. Piştî sê mehan min dîsa serlêdan kir. Ez bi dergistîme, lê nikarim bizewicim. Jiyan biha bûye û hemû tişt giran bûne. Ji xwe zêr nayê avahiya. Ez her roj diçim ÎŞKÛR’ê. Hemû kes serî li wir didin, lê tu feydeya xwe tuneye. Li Tirkiyeyê hemû kes bêkare. Niha, li Parka Ataturkê mirovên bêkar tijene. Ji derveyî parkê, hemû qadên din bi bihane. Min hewl da simît û av bifirûşim. Lê zabiteyan destûr neda.”   MA / Ergîn Çaglar