Rêveberiya HDK'ê ya Edeneyê plana çalakiyê ya Krîza Aborî aşkere kir 2019-09-29 13:27:35 EDENE - Rêveberiya HDK'ê ya Bajarê Edeneyê plana çalakiyan a krîza aborî ya li Edeneyê bi raya giştî re parvekir.  Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 26'ê Îlonê de li Stenbolê civina giştî li dar xistibû. Di vê civînê de kampanya krîza aborî dabûn destpêkirin. HDK'ê duh li Enqereyê û îro li Edeneyê starta kampanya krîza aborî dan destpêkirin. HDK'ê li avahiya Rêvebiriya HDK'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdari vê civînê bûn. Hevberdevkê HDK'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak, diyar kir ku di kampanya de ked, xweza, jin yên di qada civakî de bandora xwe li ser jiyan, çand, tenduristî û perwerdehiyê dikin bigirin dest û wiha got: "Krîza aborî ya li welatê me rû dide, hem bingehîn e û hem jîu encama rant, talan û wêrankirinê ye. Encama polîtîkayên nelirêtî û diziyê ne. Sedema sereke ya kriza aborî pergala kapitalist bi xwe ye. Li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşînê û rêxistinkirina qada muxalif heye. Li dijî krîza aborî em ê heta 15'ê Cotmeha 2019'an panel, seminer, civînên gel li dar bixin. Em ê kargeriyên biçûk ava bikin û belavokên destan belav bikin. Em ê li tax, kolan û kuçeyan têkildarî krîza aborî esnaf û welatiyan hişyarû agahdar bikin. Bi rêxistin bikin.    Divê peymana Cenevre ya ku Tirikye îmze kiriye dîsa bê bibîrxistin û statuya penaber û koçberan bê naskirin.    Bayrak daxwazên xweyên sereke wiha rêz kir:    “* Divê di serfkirina pêdiviyên sereke yên malbatên xizan de heqê av, ceyran, xaza xwezayî neyê stendin. Divê heqê KDV li ser xwarina sereke bê rakirin.   * Bila xebata heftane daxin 35 saetan û heqê kedê neyê kêmkirin. Divê heqê herî kêm ê kedê li gorî pêdiviya karker û malbatan bê diyarkirin.    * Bia heqê kedkar û karkeran di wextê wê de û pir zelal razînin. Bila sûdgirtina heqê sigortaya bêkariyê hêsan bikin.    * Divê li gorî hatina malbatan bacê ji wan bistînin.    * Divê sînorê ewlehiya kar bê firehkirin û bila dawî li karê bê ewle bînin.    * Bila deynê çavkaniyên cemaweriyê û deynê şîrketan li ser pişta karker û kedkaran bar nekin.    * Divê di jiyana xebat û kar de wekheviya zayendî esas bê girtin. Divê heqê keda jinê bê parastin. Divê dawî li hemû cudakariyê bînin.    *  Divê di qada perwerdehiyê de dawî li pergala taybet bînin û pergala demokratik, laik, zanistî û perwerdehiya zimanê zikmakî pêş bixin.b    * Divê girêdana çandinî û sewalkarî êdî bi derve re bê qutkirin.   * Divê hemû bandorên OHAL'ê bi dawî bibin. Bi taybeti kesên di OHAL'ê de ji kar hatine derxistin dîsa li karê xwe vegerin.    * Bila hem li hundir û hem li derve dest ji polîtikayên şer berdin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û aştiyê bê çareserkirin. Divê êdî butçe ji şer re neyê qetandin.