Destê xwe ji paxila me berdin êdî! 2020-03-10 09:07:44 WAN - Esnafên Wanê, diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û ji ber van polîtîkayan welat ber bi karesatekê ve çûye. Esnafan got, "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin."  Ji ber krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe, li Wanê êdî esnaf ne dikarin heqê kirêyên xwe bidin ne jî fatûreyên xwe. Esnafan, got sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne.    FATÛREYA HEQÊ DU LEMBEYAN 86 TL YE!    Lezgîn Kaya ku marketa wî heye, anî ziman ku her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe. Kaya, diyar kir ku êdî mirov ji ber bihabûna fiyetan nikarin pêdiviyên xwe bikirin û got: "Par me tihîn bi 15 TL'yan difirot, lê niha em bi 35 TL'yan difiroşin. 5 lître rûn bi 18 TL'yan bû, niha em bi 42 TL'yan dikirin. Miqarna jî wisa. Me bi 15 TL'yan dikirî niha em bi 23,5 TL'yan didin. Ji ber vê mirov giliyê xwe dikin. Dibêjin, 'Çima hûn her roj biha dikin?' Êdî em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Li dikana xwe tenê du lempeyan pê dixim, lê fatûre tê 86 TL."   'HER KU ŞER MEZIN DIBE ABORÎ JÎ QELS DIBE'    Kaya, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî welat ber bi karesetekê ve diçe û got: "Niha jî êrîşî Sûriyeyê dikin. Perê di operasyonan xerc dikin ên gel in. Yanî şer çi qasî mezin bibe, aborî jî ew qasî qels dibe. Ne ku ez tenê wisa dibjim. Her kes pê dizane. Ma gava balafirek radibe, çi qas lê diçe? Êdî her kes dizane çi qas lê diçe. Heta li Tirkiyeyê şer bi dawî nebe, wê krîz dewam bike. Heger wisa dewam bike em ê her sal bêjin xwezî bi par."    'HEQÊ HER FÎŞEKEK TÊ BERDA JI BÊRÎKA ME DERTÊ'    Azad Karakûş ku 7 sal in dikana wî ya kincan heye jî, diyar dike ku roj heye bêyî serfetihê jî bike dikana xwe digire. Karakûş, destnîşan kir ku li bajêr hejmara betalan zêde bûye û got: "Ji ber ku bi mirovan re pere tuneye nikarin alvêrê bikin. Em kincan ji Stenbolê tînin. Berê me bi deyn dihanî, lê niha gava ne pşin be em nikarin bînin. Kinc ji sedî 75 buha bûne." Karakûş, bilêv kir ku her roj fiyet buha dibin û got: "Ma wê heta ku dewam bike? Ma ên me bi rê ve dibin qey bîr nabin? Divê bîra gel jî bibin. Ez bacê didim vê dewletê. Em nebin ew ne tiştek in jî. Bi saya me li se rpiya ne. Em naxwazin şer çêbibin. Li sînor her ku fîşekek tê berdan, perê wê ji berîka me dertê."    Necdet Ozdemîr jî dikana wî ya şarkuteriyê heye. Ozdemîr, anî ziman ku xwestiye dikana xwe bigire, lê belê malbata wî nehiştiye. Ozdemîr, diyar kir ku êdî nikare heqê kirêya xwe û heqê fatûreyan bide û got: "Meha borî min 800 TL heqê fatûreya ceryanê da. Min 4 caran xwest dikana xwe bigirim. Em heta êvarî dişixulin, lê heqê keda me bi dest me nakeve. Em tim deyndar in. Min ê dikan bigirta, lê belê malbata min nehişt."    'ÊDÎ KES NIKARE MIRÎŞKAN JÎ BIKIRE'    Ozdemîr, anî ziman ku par kîloya goştê mirîşkan bi 6 TL'yan dida, lê îsal bi 13 TL'yan dide û got, her ku dinya germ dibe fiyet buha dibin. Ozdemîr, got: "Havîn li pêşiya me ye. Niha fiyetê baskê mirîşkan bûye 13 TL. Heger dinya germ bibin wê fiyet bibe 23 TL. Mirovan berê nikaribû goştê sor bixwe, lê êdî wê nikaribin ên mirîşka jî bixwin. Par heta êvarê min 6 hezar Tl qezenc dikir. Lê niha bi zorê 2 hezar û 500 TL'yî dikim."    ‘DEST XWE JI PAXILA ME BERDIN'    Odemîr, diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ye û got: "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin! Êdî kes ji ber vî şerî nikare karekîb ike. Mirov bi deyn alvêrê dikin. Çimkî perê tuneye. Min biryar girt ku ez ê êdî bi deyn nedim. Lê gava mirov tên dikana min, mecbûr didim. Çend roj berê min li deftera deynan nerî, min 30 hezar TL deyn daye."