Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin 2020-03-10 16:19:27 STENBOL - Xizmetkarên tenduristiyê li Stenbolê daxuyanî dan û xwestin ji bo tundiya di xizmeta tenduristiyê de bi dawî bibe tev li mitînga 15'ê Adarê ya li Enqereyê bibin.  Xizmetkar û nûnerên rêxistinên kedê yên tenduristiyê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Etfal a Şîşliya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmetkaran, li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku dê di 15'ê Adarê de bi drûşmeya "Li dijî tundiya di tenduristiyê de Mîtinga Spî" li Enqereyê mîtingê li dar bixin. Di daxuyaniyê de nûnerên Odeya Tabîban a Stenbolê, Odeya Dermanfirorêşan, Odeya Hekîmên Diranan, Sendîkaya Piştevaniya Bi Hevre, Komeleya Teknîk û Teknîsyenên Radyolojiyê (TÜMRAD DER), SES, Odeya Bêtaran û gelek odeyên din amade bûn. Sekreterê Giştî yê Dev Saglik Îşê Erdoğan Demîr, bang li hemû xizmetkarên tenduristiyê kir û xwest her kes di 15'ê Adarê de li Enqereyê tev li mîtingê bibin û li dijî tundiya di xizmeta tenduristiyê de dengê xwe bilind bikin.  Demîr, anî ziman ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê Mîtînga Spî li dar bixin û bang li herkesî kir ku tev li mîtîngê bibin.      Sekreterê Gişti yê TTB'ê Osman Ozturk jî got "Bila êdî tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe." Ozturk, anî ziman ku pêşniyarên çareseriyê kirine û wiha got: "Divê berî her tiştî pêşniyara TTB'ê ya 'Zagona Tedbîrên Tundiya di Xizmeta Tenduristiyê de' li meclisê bibe zagon û di meclîsê re derbas bibe. Ya duyemîn jî divê qanûna hêjmar 6331'an bi awayeki çalak tekeve meriyetê. Ya sêyemin jî îro sedema tundiyê muayîneyên ku daketiye 3 deqîyeyan. Divê ev bi lez bê rastkirin. Ya çaremîn jî divê serwîsên lezgîn tenê xizmeta nexweşên lezgîn bike. Nexweşên din divê li poliklinikên din bê kirin. Ya pêncemîn u dawî jî divê divê xizmeta tenduristiyê bê xurtkirin û derbasî zincîra sewqê bê kirin. "