Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin 2020-03-13 09:10:36 RIHA - Li Rihayê, ji ber krîza aborî rewşa esnafên Çarşiya Turîstîkê nebaş e. Piştî sala 2019'an wekî "Sala Xerabreşkê" hatibû îlankirin, hêviyek li esnafan peyda bûbû, lê belê esnaf destvala dest bi sala 2020'an kirin.   Li Rihayê esnafên Çarşiya Turîstîkê ji ber krîza aborî nikarin tu karî bikin. Esnafê 20 salan Yakûp Aydin, anî ziman ku 3-4 sal in esnafên çarşiyê tu karî nakin û got, ji ber krîza aborî hin esnfanan jî dikanên xwe girtine.   Aydin, diyar kir ku li çarşiyê nêzî 60'î esnaf hene, lê belê kes nikare debara xwe bike. Aydin, got: "Car heye em serfetihê jî nakin. Berê rewşa karê me baş bû. Lê ev çend sal in kar tuneye." Aydin, anî ziman ku berê saet di 5-6'ê sibehê de dikanên xwe vedikirin û got: "Lê niha em saet di 10-11'an de vedikin. Li vira debara me bi turîzmê ve girêdayî ye. An turîst nayên an jî ên tên alvêrê nakin. Nîviyê temenê min bi esnaftiyê derbas bû, lê min tiştekî wiha nedîtibû."    Aydin, destnîşan kir ku piraniya esnafên çarşiyê deyndarên bankeya ne û got: "Di nav salekê de dikanek an du caran tê dewrkirin an jî tê firotin. Kirê ketine se rhev, em nikarin bidin. Duh tenê min 25 lîre kir. Lê mesrefa min a rojane 40 lîre ye. Herî zêde em 80-100 lîreyî qezenc dikin."    Aydin, bibîr xist sala 2019'an wekî Sala Xerabreşkê hatibû îlankirin û got, çendî ku hêvîdar bûbûn jî lê belê dîsa rewş neguheriye.