Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir 2020-03-16 09:01:23 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, ji bo binpêkirina qanûnê, bi îhaleya ku kir 5 parçe, cadeya dîrokî ya dikeve çarçoveya “Qada Sît a Bajar” bi awayekê ku xirab bibe, ronî kir. Nûnera TMMOB’ê Derya Akyol, bal kişand ser zirar li tevna dîrokî hatiye kirin û got: “Ev şaşiyek bi mîlyona ne.”  Walî Mûstafa Yaman ê di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat kirin, li ser Cadeya 1’emîn a weke Dîroka Mêrdîn û “Qada Sît a Bajar” tê zanîn, di bin navê “Başkirinê de” dîrekên ronîkirinê yên nû daçikandin.   Komîsyona Derdorê ya Baroya Mêrdînê, xwe amede dike ku derbarê dîrekên ronîkirinê yên sîlûeta bajêr xirab dikin de dozê veke. Lejneya Koordînasyona Odeya Avahîsaz û Endazyarên Tirk (TMMOB) ya Bajêr û Komeleya Ekolojiyê ev proje îtîraz kiribûn û pêvajoya îtîraza wan dewam dikir. Lê derket holê ku di pêvajoya îhaleya projeyê de nelirêtî hatiye kirin.    ‘DIVÊ DEST JÊ BERDE’   Endama Nûnera TMMOB’a Mêrdînê û rêveberiya Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê derya Akyol, diyar kir ku ev qad weke “Qada Sît a Bajêr” ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Çandî ve hatiye îlankirni û divê bê paratin. Divê demildest, dest ji vê şaşiya bi mîlhonan berdin û vê xebatê bi dawî bikin.”    MA / Ahmet Kanbal