Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî 2020-04-04 09:18:13   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 650 TL ji meaşê karkerên nexweşînên wan ê kronîk hene û ji ber vê destûra îdarî ji bo wan hatiye dayîn biriye. Li gorî giştînameya serokomariyê diviya ji meaşê van kesên navborî tiştek nehata birîn.    Daîreya Karên Îdarî ya Serokomariyê di 13'ê Adarê de giştînameyek belav kiribû ku kesên nexweşînên wan ên kronîk hene divê ji 16'ê Adarê pê ve destûra wan ji bo 12 rojan bê dayîn û divê ji meaşê wan neyê birîn. Lê belê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji meaşê van kesên navbirî 650 TL biriye.    Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê ji bo vê erî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û xwest meaşê hatiye birîn bê dayîn. Hevseroka Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê Nîhal Yanik, anî ziman ku heger şaredarî meaşê hatiye birîn nede ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin. Yanik, got: "Duh ji bo ev mesele bê helkirin me nivîs ji şandin. Heger bi awayekî erênî bersiv nedin em ê serî li rêyên hiqûqî bidin."