Karkeran li dijî şewbê dest bi piştevaniyê kirin 2020-04-07 13:34:59   ÎZMÎR – Li Îzmîrê di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba koronayê ya Şaredariya Îzmîrê karkerên ÎZELMAN jî destek dan kampanyayê û bi giştî 6 hezar û 500 endam û 120 nûner beşdarî kampanyayê bûn.    Li Îzmîrê Şaredariya Bajarê Mezin li dijî vîrûsa koronayê kampanyaya têkoşînê ango piştevaniyê daye destpêkirin. 6 hezar û 500 karkerên ÎZELMAN a girêdayî Şaredariyê ne ku di heman deme de endamên sendikaya Genel Îş’ê ne û 120 nûner bi piştevaniya zexîrê beşdarî kampanyayê bûn. Şaxên Genel-Îş’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku karker beşdarî kampanyayê bûne û wiha hat gotin: “Ne ji destan em bi dildarî beşdarî kampanyayê dibin. Hûn li malê bimînin em ê bixebitin. Em dibêjin ku em têra we jî dikin.”