Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin 2020-04-11 09:01:17   ÎZMÎR - Endamê meclîsê ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku di pêvajoya şewba coronayê de hikûmet ji karkeran dixwaze hem hilberînê bidomînin hem jî dev ji mafên xwe berdin û li dijî vê yekê bal kişand ser girîngiya têkoşîna sendîkayî û rêxistinbûyî.    Endamê Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) a Îzmîrê Mûstafa Guven, pirsgirêkên ku karker, teduristkar û xebatkarên cemaweriyê yên di pêvajoya şewba Covîd-19'yê de bi wan re rû bi rû dimînin ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    JI BO XIZANAN FONEKE ABORΠ   Guven, bal kişand ser qedexekirina derxistina ji kar û got, hikûmet bi vê pêşnûmaya qanûnê re dixwaze şewbê veguherîne keysperestiyê. Guven, anî ziman ku ji xwe qedexekirina derxistina ji kar ji zûvde daxwazeke sendîkaya ne û got: "Ji xwe gelek karker ji kar hatin derxistin. Di vê serdema krîzê de kardêr karkeran ji kar derdixin û ji xwe re firsendekê diafirînin. Pêşnûmaya qanûnê ya hikûmetê jî xizmeta kardêran dike. Ji karkeran re dibêjin 'heger dixwazî bixebitî nexwe tu yê ji hin mafên xwe feraxatê bikî.' Di vê serdemê de pakêta ku karker li bendê bûn ne ev bû. Pakêta ku diviya bihata derxistin ew bû ku mafên karkeran bên parastin û karker bi awayek biheq destûra xwe bi kar bianiyana. Divê ji bo parastina her kesî foneke aborî bê çêkirin. Ji bo vê fonê jî divê baca serwetê bê derxistin û baceke adil hebe."    XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ NAYÊN PARASTIN    Guven, destnîşan kir ku di vê serdemê de di warê tenduristiya karker û ewlehiya karî de ên herî zêde bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin xeatkarên tenduristiyê ne û got: "Xebatkarên tendurisiyê yên li dijî şewbê têdikoşin, bêyî ekîpmanek wan a parastinê hebe têdikoşin." Guven, anî ziman ku şewb li nexweşxaneyan belav bûye û got, di meha Adarê de 14 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û di meha Nîsanê de jî jiyana xwe ji dest didin. Her wiha Guven anî ziman ku li Îzmîrê jî li nexweşxaneyan hejmara xebatkaran pir kêm e û got, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê a Ataturkê testa zêdetirî 30 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye.   Guven, diyar kir ku wan xwestiye ji bo xebatkarên tenduristiyê yên testên wan pozîtîf derketine di çaçroveya tenduristiya kar û ewlehiya kar de girtekekê amade bikin lê belê midûriyeta tenduristiyê û rêveberiya nexweşxaneyê ev yek asteng kirine.    TEVDÎR BAŞ NAYÊN GIRTIN    Guven, diyar kir ku li Îzmîrê li daîreyên bacê, SGK û saziyên din ên dewletê jî xebatkar bi şewbê ketine û got, hê jî li li van sazî û dezgehan baş tevdîr nayên girtin.    Guven, destnîşan kir ku li gorî xalên Qanûna Bingehîn mafê karkeran heye ku di vê serdemê de nexebitin û got, divê karker hay ji vî mafê xwe hebin. Guven, anî ziman ku çîna karkeran dikarin bi têkoşîneke rêxistinbûyî mafên xwe bi dest bixin û got: "Ev yek di heman de mê de wê di warê têkoşîna rêxistinbûyî de sendîkayan jî xurt bike. Ji her kesî re dibêjin di mal de bimînin, lê dixwazin karker hilberînê bidomînin. Her wiha qîma xw ebi vê jî naynin dibêjin 'hûn ê ji mafên xwe feragatê bikin.' Çîna karkeran divê li dijî vê pergalê mafên xwe bi kar bînin."    MA / Sevda Aydin