Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin 2020-04-11 09:03:21   HATAY - Karkerên ku meh û nîvekê li Quweytê hatin şixulandin û bêyî ku meaşê wan bê dayîn ew şandin Tirkiyeyê diyar kirin ku mafên wan hatine xespkirin û gotin, ew ê gilî bikin.    şîrketa Demîrcîoglû a navenda wê li Îskenderûnê ye, di Mijdara 2019'an de li 15 karker birine şantiyeyek înşeatê ya li Quweytê, lê piştî meh û nîvekê ew dane şixulandin bêyî ku meaşê wan bide ew şandine Tirkiyeyê. Karkerên kompozît û polayê anîn ziman ku hatne mexdûrkirin û gotin, ji bo mafên xwe yên hatine xespkirin wê giliyê şîrketa navbirî bikin.    'ME PEYMANA KARÎ NEKIR'    Vahdet Gur, anî ziman ku li Fabrîkeya Hesin-pola ya Îskenderûnê ya şîrketa Demîrcîoglûyê jî şixuliyê û got, lê di asasê xwe de ev şîrket karê derve nake, piştî li Quweytê karê înşeata balafirgehekê girtiye ew jî ji bo wê bûye navbeynkar. Gur, diyar kir ku li ser vê di Mijdara 2019'an de li gelek bajaran karker eyra kirine û got, kardêr hin karker 3-5 rojan û hinan jê jî meh û nîvekê daye şixulandin û paşê ew ji kar derxistine. Gur, bilêv kir ku ew serikê komê bûye û 23 rojan şixuliyê lê belê gava dest bi kar kirine tu peymaneke karî nekirine.    WÊ GILÎ BIKIN    Gur, diyar kir ku xwediyê şîrketê Yemlîhan Demîrcîoglû di dema kar de jê re gotiye "Xwedê ji te razî be, te alîkariya min kir. Tu yê serekê komê bî" û got, lê belê Demîrcîoglû hem wî hem jî koma wî mexdûr kiriye. Gur, got: "Ez 23 rojan mam. 2 rojên min nehesiband. Ez di 28'ê Kanûnê de hatim Tirkiyeyê. Ê kar û kom eyar kir ez bûm. Ji bo mirovên min eyra kirin got wê hezar û 800 dolarî bide û ji min re jî wekî bêje biçe hezar û 600 dolar da. Mafê min xesp kir. Tenê me hin pere bi dest girtine. Wekî din me tiştek jî enstendiye. Hin hevalên min meh û nîvekê man. Hê jî li benda perê xwe ne.Ji min re dibêje, 'Ji wir lîreyek pere jî bi dest min neketiye. Ez xisirîm.' Ma qezenc bikira wê qezenca xwe ki me parve bikira. Ne xisiriye, hê jî karê wî didome. Min ji meha MIjdarê ve 18 karke rşandin. Gava hatin tenê ehqê rê da. Tenê ehqê bilêtên me daye. 4 hezar TL'yê min lê ye. Em heqê xwe dixwazin. Em 4 mehan li benda wî man. Em ê gilî bikin."    NIKARIN XWE BIGIHÎNIN XWEDIYÊ FÎRMAYÊ    Mehmet Demîrkiran jî anî ziman ku şîrketa Demîrcîoglû wan bi vîzeya turîstan şandiye Quweytê û got, di Mijdara 2019'an de bo balafirê çûne û got, 45 rojan li şantiyeyê şixuliye. Demîrkirin, diyar kir ku piştî 45 rojan xwediyê şîrketê ji wan re gotiye: "Ez ji Tirkiyeyê karkeran naxwazim. Ez ê li vira karkeran peyda bikim. Ez ê perê we jî bidim we." Demîrkiran, anî ziman ku bi vî awayî ew ji kar derxistine û ggot, wan ji şîrketê xwestiye hewê wan bide wan lê belê bêyî heqê wan bide ew şandine Tirkiyeyê. Demîrkiran, diyar kir ku 10 hezar TL'yê wî li şîrketê ye, lê belê niha xwediyê şîrketê bersiva telefona wan jî nade.    Têkildarî mijarê me telefonî xwediyê şîrketê kir, lê belê bersiva telefona me jî nehat dayîn.    MA / Hamdûllah Kesen