Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine 2020-04-17 14:41:01   STENBOL – Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê ji bo 10 milên kar têkildarî vîrûsa koronayê raporek amade kir û di raporê de ragihand ku testa 2 hezar û 279 karkeran erênî derketiy û karker di bin rîskek mezin de dixebitin.   Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê ji ber şewba vîrûsa koronayê têkildarî cihên kar ên wek tekstîl, çerm, mile genel-îş, lîman-depo-antrepo, ewlehî, zexîre, maxaza, tenduristî, petro kîmya, veguhestin û metal li 10 milên kar çavdêrî û lêkolînan li Stenbolê pêk anî û raporek amade kir.   Li gorî vê rapora Platformê di van cihê kar de xebatkarên dixebitin testa 2 hezar û 279 karkeran a koronayê pozîtîf derketiye û ji van karkeran 28 kes jiyana xwe ji dest daye.   Di van sektoran de bi taybetî xebatkarên tenduristiyê di bin rîskek mezin de ye û li nexweşxaneyên dewletê hema bêje li hemûyan weqayên koronayê hatine dîtin.